Gundê Cifanê bi dest Mehmet û Orhan Tûnç şen bûye

  • 09:04 29 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Gundê Cifane di heman demê de gundê Mehmet Tunç û Orhan Tunç e ku di sala 1993’an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin, îro carekedin şên bûye. Dayika Mehmet û Orhan Esmer Tunç anî ziman ku zaroktiya Orhan û Mehmet li vî  gundî derbas bûye, ev gund careke din bi destên wan şên bûye û wê soz daye zarokên xwe ku xwedî li warê xwe derbikeve.
 
Gundê Cifane yê ku  girêdayî Şirnexê ye, di salên 1993’yan de ji ber zextên dewletê ku cerdevanî li gundiyan ferz kiriye yek ji gundên herêmê ku hatiye valakirin û şewitandin e. Lê piştî 8 salan nişetecihên gund careke din li gundê xwe vegeriyane û  gundê xwe şên kirine.  Axa gund ji ava ji Çiyayê Cudiyê diherike xwedî dibe û gelek dewlemende. Her wiha gundê ku em  behs dikin di heman demê de gundê Mehmet Tunç û Ortan Tunç ên di jêrzemînin Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane û zaroktiya wan li vî gundê derbas  bûye ye. Dayika Mehemt û Orohan Esmer Tunç,  ji me re behsa jiyana Mehmet û Orhan kir ku li  vî  gundî jiyaneke çawa derbas kirine. 
 
Esmer, di destpêka axaftina xwe de bi gotina “Ev gund gungê Mehemedê min e” dest bi axaftina xwe dike û dibêje ku jiyana wan berê gelek xweş bûye û di nav aramiyê de derbas bûye. Esmer, dibêje ku kurê wê Mehmet li Cifaneyê hatiye dinê û jiyana wî tim li vir derbas bûye û wiha got: “Berê jiyana me gelek xwe bû, di nav aramiyê de bû. Me heywanan xwedî dikirin, erd diçindin û debara xwe dikir. Em dema li vî gundê bûn Mehemed ê min heywanan xwedî dikir û erd diçandin. Me berê havînan pezê xwe xwedî dikir. Me zivistanê jî ji ber ku nikaribû xwedî bikira difrot. Me bir her awayî debara xwe dikir. Me berê karê xwe tu carî bi kesekî nedida kirinê. Mehemed bi destên xwe hemû kar dikir. Her çiqasî jiyana me ya berê zehmet bûya jî jiyana me tim di nav aramî û xweşiyê de derbas dibû. Lê gundê me û cerdevan li hemberê hevdû bûn. Wê demê cerdevanan û dewletê ji me re gotin hûnê bibin cerdewan, lê  me gundiyan tu carî qebûl nekir. Ji ber ku me cerdevan, qebûl nekir di sala 1993’an de gundê me ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û xirap kirin. Wê demê ez bi Orhan dûcanî bûm, dewletê xaniyê me şewitand. Em jî neçar man ku ji vî gundê derbikevin. Me hemû tiştên xwe li gund hîştin û bi tenê tiştên ku me dikaribûn hildin me girtin cem xwe.”
 
‘Me li dijî hemû zehmetiyên jiyana xwe  domand’
 
Esmer, di domandina axaftina xwe de tîne ziman ku wan di gund de bi tenê heywanên xwe  xilas kirine û wiha pêl da axaftina xwe: “Mehemed dîsa wê demê hemû heywan xilas kirin û birin pişta gundekê çiyayê Cudî. Mehemed li wir konê xwe çêkir û heywanên xwe xwedî kir. Em jî çûn Sîlopiyê û me li wir dest bi jiyana xwe kir. Em dema çûn sîlopiyê em rastî gelek zehmetiyan hatin. Ji ber ku ez wê demê bi Orhan dûcanî  bûm û gelek zehmet bû. Me li dijî hemû zehmetiyên jiyana xwe  domand. Em dema li Silopiyê bûn Orhanê min hat dinê. Piştî ku em 3 salan li Silopiyê man, me ji xwe re li Cizîrê xanî kirî û em hatin li Cizîrê bi cih bûn. Bi hatina orhan re me jiyanek nû ji xwe re ava kir.  Piştre mihemedê min li vir zewicî.”
 
'Ji nû ve ava kir'
 
Esmer, di dirêjiya axaftina xwe de tîne ziman ku Cifane bi Mehmet û Orhan tê nasîn û wiha pê de çû: “Gundê me 7-8 salan qedexe bû, leşkeran nedihîştin ku kesek biçe gund. Piştî 8 salan dema em hatin gund me dît ku hemû gundê me erd û xaniyên me hatine şewitandin. Ev 11 salin em  vegeriyane gundê xwe. Ji ber ku hemû dar û erdên me hatibûn şewitandin me careke din dest bi çandina erdan kir. Her wiha hemû darên vê derê ji ber ku ji aliyê dewletê ve hatibûn şewitandin koka wan jî nemabû. Wê demê Mehemedê min  di girtîgehê de bû, Orhan bi destên xwe ev evder şên kir û dar çandin û mezin kirin. Orhan wê demê zarok bû, lê li gor temenê zarokekî gelek zana bû. Her wiha wê demê dîsa hîn qedexe li ser gundê me hebû. Em serê sibehê dihatin gund û êvarê jî ji gund derdiketin. Em nêzî 2 salan wer jiyan. Piştî du salan gundî li gund bi cih bûn û me jî li gund ji xwe re xanî çêkir.” 
 
'Cifane îro bi Mehmet û Orhan tê naskirin’
 
Esmer, bal kişand ser hilweşandina Cizîrê û got ku ji ber malên gel hatine xirapkirin gelek kes koçberî gundan û bajaran bûne. Esmer, ev tişt got: “Kesên ku ji ber şerê Cizîrê reviyan hatin li gundan bi cih bûn û hin kes jî hatin gundê me bi cih bûn bûn. Niha kesên ku li vir bi cih bûne di nav erdan de dixebitin û jiyana xwe didomînin. Lê dîsa jî dewlet bela xwe ji me venake. Hemû kesên vê derê ji dewletê zext xwarine lê tu carî dev ji axa xwe bernadin. Em her tim xwedî şo axa xwe derdikevin. Cifane îro bi Mehemed û Orhanê min tê naskirin.”
 
‘Min soz da wan ez dest ji arê me bernadim' 
 
Esmer, di dawiya axaftina xwe de got ku piştî Mihemed û Orhan di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan ew nehatiye vî gundî û wiha dawî li axaftina xwe: “Min Cifane ji xwe re heram kiribû. Min digot piştî Mehemed û Orhanê xwe  êdî ez nikarim biçim Cifane. Ez 4 salan nehatim Cifane. Ez nû îsal hatim gund. Min soz da Mihemed û Orhan ku ez ê dev ji warê me bernadim. Ji  ber ku li vî gundî bîranên wan hene. Ev gund bi saya Mihemed û Orhan carekedin şên bû.”