ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 29 Tîrmeh 2019
- Rojev
*Neçareserkirina krîza aborî her qadên jiyanê bi bandor dike. Der barê krîza aborî de jinên Wanê axivîn û gotin ku ew her mehê bi kişandina qirediyan kireyên xwe radizînin. BI DÎMEN
*Jina bi navê Maye Raef El-Zên ya ji Lubnanê ye û bi gelê Efrînê re li kampa Berxwedanê ya Şehbayê berxwedana xwe didomîne axivî û got: "Di navbera me û Gelê Kurd de tu ferq û cudahî nîne , em ê berxwedana xwe ya ji bo vegera li Efrînê bidomînin." BI DÎMEN
*Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Rêveberiya Xweser li Eyn Îsa kir. Di serdana navbera her dû aliyan de ev tişt hat gotin:"Meclisa Jinên Sûriyê wê bibe dengvedana rastî, heqîqet û têkoşîna tevahî jinên Sûriyayê, dive jin ji diyalog çareseriya alzoiya Sûriyê neyên dûrxistin." DÎMEN HEYE
*Gundê Cifane di heman demê de gundê Mehmet Tunç û Orhan Tunç e ku di sala 1993’an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin, îro carekedin şên bûye. Dayika Mehmet û Orhan Esmer Tunç anî ziman ku zaroktiya Orhan û Mehmet li vî gundî derbas bûye, ev gund careke din bi destên wan şên bûye û wê soz daye zarokên xwe ku xwedî li warê xwe derbikeve. BI DÎMEN
*Jinên Mêrdînê yên li Kadîfekaleyê dijîn, tezgahên wan dewrê Weqfa Yusuf Baba hat kirin, dixwazin jinan têxin bin deynan û tezhahên ku li Kadîfekaleyê bûne sembol ji holê rakin. BI DÎMEN
*Cîgira Seroka Komeleya Xwezayê ya Derdorê û parêzer Semra Kabasakal diyar kir ku Santrala Nukleerê ya Akkuyu li ser xeta fayê ye û derizîna çêbûye jî xetereyek mezin diafirîne, karasetên Çernobîl û Fukuşîmayê bi bîr xistin û got: “Jiyan di bin xeteryek mezin de ye.”
*Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn de ligel evîna Mem û Zînê, hezkirin û yekbûna axa kurdan jî vegotiye û ev di stranên dengbêjin de jî tê dîtin. BI DÎMEN