Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên Tebqayê re civiya

  • 16:13 28 Tîrmeh 2019
  • Rojane
TEBQA - Rêveberiya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jinên Tebqayê re civiya û Meclisa xwe da nasîn.
 
Rêveberiya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dest bi rêzecivînên danesîna Meclisa xwe kirir civînên xwe berdewam dike. Duh jî meclisê ji jinên Tebqayê re, li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê ,civîn li dar xist. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê rêziknameya hundirîn a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Endama Koordînisyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Endama Tora Serkirdên Aşîtiyê Stêra Qasim ve ji jinan re hate xwnedin.
 
Piştî xwendina rêzikameyê deriyê nîqaşê li ber jinan hat vekirin. Jinan derbarê gelek mijar û pirsgirêkên ku li herêma wan di derheqê jinan de tên kirin mîna zewca temenê biçûk û pirjinî her wiha bûyerên qetilkirina jinan di bin navê namûsê de, erka ku dikeve ser milê jinan di pêkanîna rêgezên vê meclisê de di aliyê perwerdeheya jinan a taybet de hate, vegotin.
 
Dê meclisa jinan qanûn a ku mafê jinan biparêze, ava bike
 
Derbarê pirsên ku ji dîwanê hatin kirin Endama Koodinisyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corcêt Bersûm bersiv da û wiha got: "Guhertina hişmendiya jin û zilaman di nav salek, du salan de nayê kirin, ango gavên werin avêtin dê di asteke kêm de bin.  Armanca Meclîsa me jî ew e ku qanûna ku mafê jinan diparêze ava bikin. Raste jin pêşeng in, lê divê di aliyê guhertina hişmendiya hevser û mêran de  gavan bavêjin. Jin hêza çareseriyêye û dermanê hemû nexweşiyan e."
 
Kombûna 150 jinan gaveke ber bi azadiyê ve ye
 
Corcêtê di  berdewamiyê de wiha got: "Herêma Tebqa û Reqa dibe ku du sal e hatibin rizgarkirin. Lê kombûna 150 jinan  serkeftineke herî mezin e.  kombûna ewqas jin pêşketin û têkoşîna jinan dide der. Divê di aliyê perwerdehiyê de jin hîn zêdetir pêşve biçin.  Eger jin dîroka xwe baş nexwîne dê nikaribe tu gavan jî bavêje."
 
Meclisa jinan dê bibe dengê jinên ereb
 
Corcêtê di dawiya civînê de ji jinan hêvî kir ku gavên k avêtine baş bên avêtin û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe dengê azar û têkoşîna jinên bindest ku îro welatê xwe birêve dibin û pêşengtiya şoreşa azadiyê dikin."