Komkujiya Rojbaskê 91 meh li dû xwe hişt

  • 15:29 28 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Hewldana Ji Bo Roboskê Edalet, di meha 91’emîn a komkujiya Roboskê de daxuyanî da û got: “Komkujiya Roboskê îspata ku li vî welatî pergala edalet têk çûye ye. Yek ji kevirê esasî Komkujiya Roboskê ye." 
 
Hewldana Ji Bo Roboskê Edalet, di meha 91’emîn a komkujiya Roboskê de daxuyanî da. Hewldana Roboskê li pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bû û daxuyanî da. Endam û rêveberên HDP'ê jî tevli daxuyaniyê bûn. Endama ÎHD'ê Zarife Çamalan daxuyanî xwend û anî ziman ku di ser komkujiya Roboskê re 91 meh derbas bûn, lê hêj edalet pêk nehatiye. 
 
Çamalan, anî ziman ku 91 meh derbas bû wan ji bîr nekiriye û wê tu carî komkujiyê ji bîr nekin.û wiha got: "Ev komkujiya Roboskê nîşan dide ku li vî welatî pergala edaletê têk çûye."