KJAR'ê pêngava li dijî şîdetê bibin yek da destpêkirin
- 14:53 28 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kejarê pêngava ‘Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşin û azad bibin’ da destpêkirin. KJAR'ê diyar kir ku her çend Îranê xwe wekî dewleta îslamî dide naskirin jî di eslê xwe de dewleteke kapîtalîst a bi zîhniyeta olperest nijadperest û zayendparêz xwe li ser civakê ferz dike ye.
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li dijî her cûre dagirkerikirina zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava “Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşin û azad bibin” da destpêkirin. KJAR’ê di daxuyaniya xwe ya ku têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya înternetê belav kir, bang li jinên kurd,fars, ereb, belûcî, azerî, mazenî, gîlekî û lorî kir ku li dijî sîtema Îranê tevlî pêngavê bibin.
Berdewamiya daxuyaniya KJAR'ê wiha ye: "Di sedsala 21’emîn de mirovahî, jîngeh, civak, çand û exlaq di rewşeke xirab de ye û di nava lepên kapîtalîzmê de dinalin. Rojhilata Navîn di navenda vê qirkirin û komkujiyan de ye. Jin jî qurbana sereke ya siyaseta kapîtalîzmê ne. Yek ji lingên vê sîstema kapîtalîst netew dewlet e ku pêşî li gelek komkujiyan vekiriye.
Îran Kapîtalîst e
Îran jî yek ji welatên kapîstalîst e. Herçend bi navê Îslam xwe bide nasîn jî, di kiryar û qada pratîkî de kapîtalîst e. Îran bi siyasta cinsiyetperest, olperest, nîjadperest xwe li ser civakê ferz dike. Zîhniyeta baviksalar bandorê li ser hemû saziyên civakê dike û nirxên manewî yên civakê hildiweşîn e. Li hember vê yekê pêwîstî bi hişyarbûna wijdanan heye.
Qutbûna ji ziman qutbûna ji çanda xwe ye
Mirov hebûneke civakî ye û civakek demokratîk bi çanda xwe tê nasîn. Civaka Îranê jî civakeke pir reng û mûzeyeke zindî ya gelane. Lê rejîma Îranê di qirkirin û helandina çand û netewan de israr dike. Ji ber ku qutbûna ji ziman qutbûna ji çandê ye. Sîstema perwerdeya Îranê qir dike. Ger zarokên kurd an jî zarokên ji neteweyek din Farisî nizanibin, wan kêm dibînin. Ev jî asta zîhniyeta qirker a Îranê nîşan dide. Li dijî hişmendiya ku renginiyan tûne dike û yek rengiyê li ser civakê ferz dike, pêwîstî bi guhertineke demokratîk ku hemû civakê hembêz bike heye.
Îran henûna jinan ji nedîtî ve tê
Rejîma Îranê hişmendiya zayendperest di hemû warên jiyanê de ava kiriye, hebûna jinan a di qadên siyaset, aborî, civakî, hiqûq, perwerde û hunerê de ji nedîtîve tê û nîvê civakê tune hesap dike. Li dijî vê zîhniyeta qirker xwe rêxistin û avakirina eniyên demokratîk ên hevbeş, ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e.
Têkoşîna hevbeş wê rê li ber civaka demokratîk veke
-Qeyranên aborî zexteke mezin li ser civakê û ser jinan çêdike. Ev jî dibe sedema xwekuştin, kuştin, laşfiroşî, bikaranîna madeyên hişber, zewaca di temen biçûk û bi zorê, zewaca spî (sîxe) û hwd. Ev siyaseta çewt a rejîmê dibe sedem ku jin di nava rewşeke dijwar a xirab de bijîn. Li dijî vêya pêwîstî bi siyaseteke perwerdeya civakî ya li ser hîme siyaseta demokratîk heye. Ji bo guhertin û azadiyê jî têkoşîn rêya tekaneye. Li gel hemû qanûnên darvekirin, îşkence, qirkirina xwezayê û girtina çalakvanên jîngehparêz û jinan rewa dike. Têkoşîn û hewlesteke hevbeş wê rê ji avakirina civakek demokratîk û azad re veke.
Jin çarenûsa ku bi destê mêr hatiye nivîsandin red dikin
Di sedsala 21'an de şîdeta li ser jinan di asta gerdûnî cîhanî de ye û ev di îranê de bi awayekî vekirî dibin navê qanûnên îslamî de tê rêvebirin. Lê têkoşîna jinan a cîhanî di asteke jor de ye. Jin wê çarenûsa ku ji bo wan bi destê mêr hatiye nivîsandin red dikin. Her lêgerîna heqîqetê li dijî neheqiyan destpê dike. Eger ev lêgerîn xwe rêxistin bike wê demê pêkane ku serbikeve.
Xeta yekitiya jinan hat avakirin
Em weke jinên kurd xwedî dîrokek bi ezmûnin, ji bo vegerin dîroka ku jin bidestê xwe nivîsandiye. Em şopdarên ew fikir û felsefeya azadiyê ne ku di kesayeta Şehîd.Şirîn Elemhûlî de xeta teslîmiyetê bi bin xistine. Di şexsê Hevala Viyan Peyman de jî xeta yekîtiya jinan hate avakirin.
Divê jin xwe ji zîhniyeta baviksalar xilas bike
Eger jin xwe bi çeka zanabûn û rêxistinbûnê, îradeya azad bixemilînin, pênaseya xwe ya azadiyê bi hinek daxwazên biçûk ve sînordar nekin, ew ê bikarin di civakê de jî zemînên demokratîkbûn û wekheviyê ava bikin.Eger jin bixwaze bibe ya xwe, divê xwe ji tabûyên hezarî salan ên ji aliyê sîstema bavkisalar ve hatine pêşxistin, xilas bike.
Em ji dagirkeriyê re dibêjin 'Na'
Em wek KJAR bi bawerî, bi îrade û fikrek azad a jinan pêngaveke civakî ya bi dirûşma, “Dijî Şîdetê bibin yek, têbikoşîn û azad bibîn” radigihînin. Em ê bi hêza çandî, zîhnî, rûhî ya jinê û civakê li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê derdikevin û ji her cûre dagirkeriyê re dibêjin, ‘Na’.
Divê em vê pêngavê ji şexsê xwe bidin destpêkirin
Li ser vî esasî em bang li hemû jinên kurdî fars, erebî belucî, azerî, mazanî, gilekî û lorî dikin ku li dijî hişmendiya jinkujiyê rabin ser piyan, xwedî li hebûna xwe derkevin û tevlî kampanyayê bibin. Divê em ji bo çareseriya êşên jinan û pirsgirêkên hevbeş, rêxistin û eniyên hevbeş ava bikin.
Divê em vê pêngavê ji şexsê xwe bidin destpêkirin û li gel xwe jî civakê azad bikin. Ji ber heta jin azad nebe, civak jî azad nabe.”