Divê hêz û tekoşîna me ji bo parastina axa me xurt be

  • 11:40 28 Tîrmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi armanca nirxandina rewşa siyasî, êrîş û gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, li Kantona Kobanê civînên gel hatin çêkirin. 
 
 Dewleta tirk  bi armanca gefxwarinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev demeke leşkerên xwe li ser sînor di navbera Tirkiyê û Kobanê de bi cih kirine û her roj bi êrîşên dike ewlehiya herêmê tehdîd dike. Girêdayî mijarê  bi pêşengtiya Rêvebriya Xweser  li gundên Hemamkê,Garozê û Bozîk yên navçeya Taşlûgê ya kantona Kobanê ji bo amadekirina a li hemberî van êrîşan civînên gel hatin lidarxistin. 
 
'Hêza gel wê faşîzmê têk bibe'
 
Di cîvîna ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin de Endama Partiya Sûriya Pêşerojê  Foza Ebdê nirxandin kir, Foza wiha got: "Ev demeke dewleta tirk dixwaze êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Dewleta tirkiyê wê hemû hewldanên xwe bike da ku derbasî axa me bibe, ji ber êdî çareye wê nema û di nava qirîzeke kur de ye. Tirkiyê dixwaze bi êrîşên li derve dike nakokiyên di nav xwe de dijî çareser bike. Ya girîng wekî gelê herêmê em ji van pilanan re balder bin û ji her cûreyên êrîşan re amade bin. Divê em hêz û tekoşîna xwe bikin xizmeta parastina welatê xwe. Hêza gel wê faşîzmê têk bibe. Îro bi saye berxwedana vî gelî em destkeftiyên xwe diparêzin û bi ziman û çanda xwe azad dijîn. Divê em dagirkeriyê û koletiyê qebûl nekin û bi hev re rê li pêşiya faşîzmê bigrin.
  
Civîn bi pirs û bersivan hat bidawîkirin.