4'emîn Mîhrîcana Govenda Gelan li Rimêlanê hat destpêkirin
- 10:55 28 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di bin dirûşmeya "Bi vegera ser koka xwe em ê govenda xwe zindî bikin" 4'emîn Mîhrîcana Govendê li bajarokê Rimêlanê bi beşdarbûna 14 komên govendê yên cuda dest pê kir.
4'emîn mîn Mîhrîcana Govendê di bin dirûşma "Bi vegera ser koka xwe em ê govenda xwe zindî bikin" li bajarokê Rimêlanê ê navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişlo bi beşdarbûna 14 komên govendê yên cuda yên ji neteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşekê despêkir. Mîhrîcana ku li Navenda Aram Tîkran hat li darxistin û wê du rojan bidome komên ku beşdar bûne wê her roj govendên xwe yên resen pêşkêş bikin.
Berî ku Mîhrîcan dest pê bike komên hunerê meşek li darxistin. Meşê ji Navenda Aram Tîkran destpê kir û li nava bazara Girkêlegê hat rawestandin. Kesên tevli meşê bûn bi cil û bergên xwe yên neteweyî daketin qadê û bi stranên xwe û govendê meş geştir kirin.
'Di nava pergala demokratîk de em reng didin rihê hunera xwe'
Li ser navê Desteya Çandê Nûr Elweqah vekirina Mîhrîcanê pîrozkir û wiha got: "Îro di nava pergala demokratîk de careke din em reng didin rihê hunera gelan. Armanca lidarxistina vê mîhrîcanî jî ew e ku em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtir nêzî hev bibin û çandên hev nas bikin. Em pir kêfxweşin ku îro em bi rihê netewa demokratîk çanda xwe zindî dikin û govendên xwe yên resen ji hev re pêşkêş dikin. Bi hêviya serkeftinê ji hemû komên beşdarvan re.
Piştî axaftinê koma Stêra Zêrin a kevana zêrîn bi stranên hunerî reng dan mîhrîcanê, paşê Koma Cûdî a Çand û Hunerê ya Diclê çend stran vegotin.
Bernameya destpêkê ya mîhrîcanê bi govendê bi dawî bû, Tê payîn ku wê îro bername li Rimêlanê bidomîne û dê sibe roja dawiyê li Qamişloyê bi dawî bibe.