Selda Baran: Amed bajarê jina ye
- 09:07 28 Tîrmeh 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selda Baran, da zanîn ku ji roja dest bi peywirê kirin heta niha hewl didin kavila hatiye hiştin kom bikin û baş bikin. Seldayê wiha got: “Amed bajarekî jinan bû. Di salên borî de hewldan vê têk bibin."
Di çarçoveya OHAL’ê de bi Biryarnameyên Hukma Kanûnî (KHK) re ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî 95 heban qeyûm hat tayînkirin. Piştî qeyûm hatin gelek saziyên jinan hatin girtin û xebatên wan hatin rawestandin. Di hilbijartinên 31’ê adarê de şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi destxistin, ji nûve xebatên jinan hatin destpêkirin. Li Şaredariyên Bajarên Mezin, xebatên Serokatiya Daîreyan hatin destpêkirin, li şaredariyên navçeyan jî midûriyetan dest bi xebatên xwe kirin. Di dema nû de Selda Baran bû Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Selda ji ajansa me re qala xebat û projeyên xwe kir.
‘Tenê feraseta xwarinê li pêş ketiye'
Seldayê destnîşan kir ku di dema OHAL’ê de 52 saziyên jinan hatine girtin û wiha got: “Vê bandor li hemû jinan kir. Dema min nû li vir dest bi xebatê kir kavilek hebû. Me aşkera dît ku li ser navê jinê tu xebat nemaye. Her tişt wêran kiribûn. Ev di belgeyên fermî de di bin qeydan de ne. Li şûna divê qadên îstîhdamê bihata afirandin, pigsirêka jinan bihata çareserkirin. Lê di dema qeyûman de tenê xwarin û vexwarin pêk hatî ye. Yanî der barê pirsgirêka jinan de tiştek nehatiye kirin. Li ser feraseta em li ku derê xwarinê bixwin, taştê bikin, organîzasyonan bikin fikirîne. Beriya hilbijartinan di navbera 28 û 29’ê adarê de di bi navê organîzasyon û bernameyan de gelek fature hatine birîn. Di şertên heyî de divê em nav salê de ji sedî 12 budçê derbas nekin. Lê heta hilbijartinê di budçeya 3 mehan ya salekê hatiye xerckirin. Ji ber budçe derbas bûye jî em nikarin budçeya xwe bikar bînin.”
‘Ji bo şuştina cilên mêran cih hatiye vekirin'
Seldayê bi lêv kir ku di dema qeyûmê de li Deriyê Çiyê di bin navê ‘Mala Cilşoyê ya Tertemîz’ cihek hatiye vekirin û armanca vê derê jî ev e ku cilên xwendekarên mêr bişon û teslîm bikin û wiha axivî: "Li cihê ku xebata jinê tune, meşandina xebatê bê wateye. Ji ber vê me ew der girt. Em difikirin ku ragihînin ji Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî re. Xwendekarên mêr yên derve tên cilên xwe datînin wir. Di saeta ji wan re tê gotin de tên digirin. Yanî ji bo mêran hatiye çêkirin.”
‘DÎKASUM kirine wek qesrek biçûk a Osmanî’
Seldayê destnîşan kir ku qeyûmê di bin navê serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de xebat meşandiye zêdetir li ser îsraf û luksê xebat daye meşandin û wiha nêrînê xwe vegot: "Xaniyê ku wek DÎKASUM dihat bikaranîn bi awayekî mezin hatiye guhertin. Kirine wek ‘Qesreke biçûk a Osmaniyan’. Bi vê awayî me nikaribû li wir xebatek bimeşînin. Rewşa civakî û aborî ya jinên Amedê ji holê ye. Me ew der girt. Piştî demekê em ê dîsa bînin rewşa berê. Cihê me ‘Pêngava yekem’ ya jinan serî lê dida jî wek ‘Stargeh’ hatiye guhertin. Ji xwe du stargehên me hene û bi awayekî aktîf dixebitin.”
‘Em ê jinan esas bigirin’
Seldayê di berdewamiya axaftina xwe de got ji roja dest bi peywirê kirine hewl didin vê kavilê kom bikin û rewşê baş bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo tespîtkirina zirarê dixebitin. Rêziknameya ku hatiye amadekirin ne li gorî me ye. Ji guherîna wê em xebatan dimeşînin. Kengê em kêmasiyan çareser bikin em ê pêşkêşî meclîsê bikin. Demek kurt de em ê planên xwe bikin pratîke. Dema em planan bikin jî bêguman em ê jinan esas bigirin.”
‘Em ê navendên xwe ya heyî pêş bixînin’
Seldayê wiha got: “Midûriyetên girêdayê serokatiya me hene. Midûriyeta Şaxa DÎKASUM, Midûriyeta Xurtkirina Aboriya Jinan, Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê. Du stargehên me hene. Navendên me yên girêdayê DÎKASUM’ê hene. 4 saziyên me yên wek mala çilşoyê dihatin binavkirin yên li Deriyê Mêrdîn, Koşuyolu, Ben û Sen û Yenîkoy hene. Em ê van navendên xwe yên heyî hîn bêtir pêş bixînin. Em wek serokatiya daîreyê xebatên xwe di esasa wekheviya zayendî û azadiya jinê de dimeşînin. Em berpirsin ku ji pisgirêkan re çareseriyê pêk bînin.”
‘Amed bajarekî jinan e’
Seldayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ligel vê der barê îstîhdamê de projeyên me hene. Em ê hinek erdên girêdayê şaredariyê bikar bînin û berhemên ku jin hilberînin wê bifroşin. Em hewl didin qadek ekolojîk biafirînin û bi her alî jinan tevlî xebatan bikin. Em ê li dijî her cureyê tacîz, îstîsmar û newekheviyê xebatan bimeşînin. Di vî alî de em ê panel û semîneran pêk bînin. Amed bajarekî jinan bû. Di salên borî de hewl dan vê têk bibin. Em di pêvajoyên dawî de wê vê hîn bêtir xurt biqîrin.”