ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 28 Tîrmeh 2019
- Rojev
*Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Rojava bi armanca hişyarkirina jinan a derbarê zayîna qeyserî û xwezayî des bi xebatan kir. Weqfa jinan bi semîner, sinevîzon û civînan jin hişyar kirin. DÎMEN HEYE
*Jinên Ereb ên li navçeya Holê dijîn li hemberî nêzîkatiyên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Bila Erdogan biçe aloziya welatê xwe çareser bike. Gelên Sûriyeyê dikarin xwe biparêzin û pirsgirêkên xwe çareser bikin."DÎMEN HEYE
*Civaka êzidi ji ber bîr û baweriya xwe hata roja îro ji 74 fermanan derbas bû. Bi nêzîkbûna fermana herî dawî ya 3'ê tebaxa 2014’an de ku ji aliye DAÎŞ'ê ve li Şengalê bi serê kurdên êzidî de hat, îro ev civak bi armanca 5'emîn salvegera vê fermanê amdekariya şermezarkirina fermanê dike.
*Remziye Tosun ya HDP’î diyar kir ku bi operasyonên derveyê sînor êrîşî yekitiya Gelê Kurd dikin û wiha got: “Bi pereyên ku ji bo vî şerî tê razandin, dikare welat ji xizaniyê bê xilaskirin. Bi hezaran malbat nikarin nan bibin mala xwe û desthilatdarî jî çek û balafirên bi mîlyon dolarî dikire. Li dijî vê tartiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
* Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selda Baran, da zanîn ku ji roja dest bi peywirê kirin heta niha hewl didin kavila hatiye hiştin kom bikin û baş bikin. Seldayê wiha got: “Amed bajarekî jinan bû. Di salên borî de hewldan vê têk bibin." BI DÎMEN
*DBÇHM li navçeya Sûrê bi dirûşmeya ‘Kolana min lîstika min’ bi zarokan re tê cem hev. Sekretera DBÇHM’ê parêzer Berçem Sancar der barê projeyê de axivî û bang li hemû zarokan kir.
*Zeynep Tayn ya ji bo hemû pêşdarazên der barê anarşîzmê de hilweşîne kovara ‘Karala’ derxist tiştên şaş yên der barê anarşîzmê de vegot. Zeynebê daxuyakirin ku ji bo anarşîzmê ya esas têkoşîna civakî û têkoşîna jinê ye û wiha got: “Heta jin azad nebin otorîte tu car nayên hilweşandin. Ji ber hemû otorîte mêr in.” DÎMEN HEYE