Çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînor didomin
- 18:22 27 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ / GIRÊ SPÎ - Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Ziyaretê di roja 9'an de ye û ya Girê Spî jî di roja 10'an de didome. Çalakvanên kon bal kişandin ser dagirkeriyê û gotin dê her tim sînorên welatên xwe biparêzin.
Li dijî gefên dewleta tirk li Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî çalakiyên mertalên zindî didomin. Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Ziyaretê ku girêdayî navçeya Qindê ya Kantona Kobanê ye di roja 9'an de ye û ya Grî Spî jî di roja 10'an de didome. Welatî bi çalakiya xwe sînorên welatên xwe diparêzin.
Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Ziyaretê ku girêdayî navçeya Qindê yê li Rojavayê Kobanê di roja 9`an de ye. Îro şêniyên bajaroka Sirînê yê navçeya Qindê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Kobanê hatin serdana mertalên zindî. Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirînê Emel Mustefa axivî.
Emel, bal kişand ser dagirkeriyê û wiha got: "Dewleta tirk di navbera me û xwe de dîwarek ava kiriye. Lê me jî li dijî gefên wan bedena xwe kir dîwar û diwarê me ji yê tirkan cudatir e. Îro ji bo parastina welatê xwe em amede ne ku canê xwe feda bikin."
Çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî didome
Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên Kantona Girê Spî bê navber û bi beşdarbûneke xurt di roja 10'emîn de berdewam dike. Di roja 10'an de Komîteya Tenduristiyê çalakî dewir girt. Her wiha şêniyên ji bajarê Tebqa, Reqa û Şêxên Êlên Girê Spî hatin serdana çalakiyê kirin.
Şûla Hetaş li ser navê Meclîsa Jinan a bajaroka Keramayê axivî û wiha got: 'Em îro ji bo piştgiriyê hatin Girê Spiyê. Ev çalakî îsrarbûna me ya berxwedanê û hevgirtina wekheviyê nîşan dide."
Her wiha endama Komîteya Tenduristiya Kantona Girê Spî Nesrîn Tuma di serdana çalakiya mertalên zindî de wiha axivî: "Kombûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Girê Spî nîşan dide ku em dagirkeriyê red dikin.