TJA'yê li Rihayê starta çalakiyên xwe yên 5 mehan da

  • 16:52 27 Tîrmeh 2019
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê jî aktîvîstên TJA’yê bi dirûşma "Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” starta kamyanyaya 5 mehan dan û gotin: “Bingeha hemû bêhiqûqiyan tecrîd e. Em ê li dijî bêhiqûqiyê tu carî bêdeng nemînin." 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li Rihayê bi dirûşma “Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” dest bi kampanyaya 5 mehan kirin. Aktîvîstên TJA'ê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê , Dayikên Aştiyê û gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Parlamenter Ayşe, li ser navê TJA'yê daxuyanî da û bal kişand ser kampanyayê. Ayşe wiha dest bi daxuyaniyê kir: "Bi kerameta ku me ji Şoreşa Rojava girtî û bi mîrasê ku me ji tevgerên jinan ên cîhanê dewr girtî, me gelek destkeftî bi dest xistin. Pergala desthiladariya zilam, di hemû qadên jiyanê de dixwaze jinan bike koleyên zilaman. Têkoşîna ku heya niha me bi rêve dibir, em ê di çarçoveya vê kampanyayê de mezintir bikin.” 
 
'Tu carî bêdeng nabin'
 
Ayşe, da zanîn ku li hemberî bêhiqûqiyê tu caran bêdeng nabin û wiha got: “Bingeha hemû bêhiqûqiyan tecrîd e. Ji bo vê yekê me dest bi kompanyayeke wiha kir. Em ê li dijî bêhiqûqiyê tu carî bêdeng nemînin. Di çarçoveya avakirina aştiyê de, em ê stratejiya rêya 3’yemîn esas bigirin û hêza pêşeng a vê stratejiyê jî jinin.”