Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
- 15:06 27 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan li Amedê di hefteya 546'an de, li Êlihê jî di hefteya 452'an de çîrokên windayên xwe vegotin. Xizmên Windayan xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê vê hefteyê jî aqûbeta windayên xwe pirsîn û xwestin îktîdar li hemberê daxwaza dayikan bêdeng nemîne, winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Li Amedê aqûbeta Ahmet Bozkir, Halît Ertuş, Lokman Kaya, Selahattîn Aşkan û Suleyman Tekîn hat pirsîn. Li Êlihê jî aqûbeta Mehmet Abdulîllah Heyecan û Alî Osman Heyecan hat pirsîn.
Li Amedê çîrokên 5 şivanan hatin parvekirin
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 546’emîn de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe li dar xistin. Ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê destûr nayê dayîn ku çalakî li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû bê lidarxistin. Li ser vê yekê çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk tê. Rêveberên ÎHD, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan hat hildan.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan ê endamê Komîsyona Windayan di destpêkê de axivî û bal kişand ser nedarizandina kujeran. Adnan, bi bîr xist ku 546 heftene ew li edaletê digerin û hêj kujer nehatine darizandin û wiha got: “Qedexekirina çalakiya me nêzîkatiya dewletê ya li hember dayikan dil biêş dide nîşandan. Dixwazin lêgerîna dayikan asteng bikin. Divê her kes dengê dayikan bibîhîze. Heta daxwaza me pêk were û winda bên dîtin dê têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dewam bike.”
Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin ê endamê Komîsyona Windayan jî çîroka windayan a vê hefteyê xwend. Hasan çîrokên windakirina Ahmet Bozkir, Halît Ertuş, Lokman Kaya, Selahattîn Aşkan û Suleyman Tekîn ê li gundê Xenanîs a bi ser Colemêrgê ve di 26’ê tebaxa sala 1996’an de di operasyoneka eskerî de tên binçavkirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin parve kir.
Ji bo bîranîna hemû windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Li Êlihê jî aqûbeta Mehmet û Alî Osman hat pirsîn
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 452’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist û li aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mahfuz Akgul çîroka windakirina Mehmet Abdulîllah Heyecan û Alî Osman Heyecan ên di sala 1995’an de li Deriyê Sînor ê Xabûra navçeya Silopiya Şirnexê hatin windakirin xwend. Mahfuz da zanîn ku tevî hemû lêgerînên malbatê jî 24 sal in agahî ji windayên birayên hev nehatiye wergirtin û xwest aqûbeta wan bê eşkerekirin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat.