TJA: Jin dê di 3'ê tebaxê de cilên spî li xwe bikin
- 13:59 27 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - TJA, bang li hemû jinan kir ku di 3'ê tebaxê de cilên spî li xwe bikin û qurdêla reş bi xwe vekin û got: "Em dixwazin 3 hezar jinên di destê DAIŞ'ê de bi lez bên berdan. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî divê 3'ê tebaxê wekî Roja Komkujiya Êzidiyan bigire dest û qebûl bike."
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta salvegera Komkujiya Şengalê 3'yê tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA anî ziman ku Şengal li Rojhilata Navîn yek ji yekem cihê ku tovên şaristaniyê hatiye avêtin û wiha got: “Li dijî pergala kapîtalîst, kokên xwe xurt berdane nava axê. Gelek netew, civak, nijad, bawerî û çand bi hevre li ser vê axê jiyane. Yek ji van gelan Gelê Kurd e. Lê dewletan Gelê Kurd di nava xwe de parve kirine. Ziman bawerî, çand û hemû nirxên wan di nava xwe de perçe kirine. Piştî dewletan Kurd di nava xwe de kirin çar perçe, niha pergala kapîtalîst li ser îstîsmara nijad û ol homojenize dike û diwaze li ser axa Rojhilata Navîn yek ziman, yek çand û yek rengî ava bike."
'Xwestin Êzidiyan ji hole rakin"
TJA destnîşan kir ku civaka Êzîdî di 3'ê tebaxa 2014'an de bi 74’emîn fermanê û komkujiyê re rû bi rû man û di dîrokê de komkujiya herî dijwar bû bi serê civaka Êzidî ve hat. TJA wiha cih da daxuyaniyê: "Bi hezaran sal in, civaka Êzîdî li dijî hişmendiya mêr û serdest, li dijî feraseta netew dewlet a faşizan û milîtarist têkoşîna hebûna bardewiya xwe berdewam dike. Civaka Ezîdî, herî dawî di 3'ê tebaxa 2014’an de rastî fermana 74’an hat. Li ber çavê hemû cîhanê rastî êrîşa îmhayê hat. DAÎŞ'ê li pêş çavê cîhanê xwest civaka Êzidî tune bike. Di 3'ê tebaxê de li dijî êzidiyan komkujiya herî mezin kirin. Bi hezaran jinen êzîdî kuştin, revandin û kirin koçber. Gelekan di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Rastî êrîş û tundiya hişmendiya zayendperest, nijadperest, zordestiya faşîzan û milîtarist hatin."
'Parastina cewherî xurt kirin'
TJA anî ziman ku 3'ê tebaxê ji bo civaka Êzidiyan mîlad e û wiha lê zêde kir: “Êzidî di 3'ê tebaxê de rastî fermana 74’an hatin. Rastî tunekirinê hatin. Lê wan ev ferman kirin berxwedan û raperîn. Jinên Êzidî, li dijî êrîşa mezin a hişmendiya mêrê serdest, Şengal parastin û îro hêza xweparastinê mezin dikin. Milê parastina cewherî xurt dikin. Di 11 û 12'yê adara 2017'an de li bajarê Biefeld ê Almanyayê Konferansa Jinan a Êzidî ya Navneteweyî hatibû li dar xistin. Jinan 3'ê tebaxê Roja Têkoşîna li Dijî Komkujiya Jinan pênase kir. Em banga Federasyona Jinên Êzîdî diparêzin. Em li dijî hemû êrîşên bawerî, zayendi, civakî û nijadî yên li dijî jinê radiwestin. Em carek din êrîşa DAÎŞ'ê şermezar dikin. Em dixwazin 3 hezar jinên di destê DAIŞ'ê de bi lez bên berdan. Em ji Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dixwazin ku 3'ê tebaxê wekî Roja Komkujiya Êzidiyan bigire dest û qebûl bike. Em bang li hemû jinan dikin ku di 3'ê tebaxê Saet di 11.00’an de cilên spî li xwe bikin û qurdeleyên reş bi xwe vekin."