Malbatên ku xizmên xwe di teqînê de winda kirin çalakî li dar xistin
- 11:32 27 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di teqîna ku li Qamişloyê pêk hatî de 62 welatî jiyana xwe ji dest dabûn, malbatên ku xizmên xwe di teqînê de windakirin çalakiya bibiranînê li dar xistin.
Di 27’ê tîrmeha sala 2016’an de kamyonek bombebarkirî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê hat teqandin, di encama teqînê de 62 welatî piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 176 kesên birîndar bûn. Bi armanca biranînê malbatên ku xizmên xwe di teqînê de windakirin çalakiyek li dar xistin.
Çalakiya malbatên ku xizmên ku di teqinê de winda kirin li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê kom bûn ji bo biranîna wan deqeyek rêzgirtinê pêk anîn. Piştî re malbatên ku xizmên xwe winda kirin bi dirûşmeyan "Şehîd Namirin" çalakiya bi dawî kirin.