Fîlîz Buluttekîn: Em modela ku pergal li me ferz dike qebûl nakin

  • 09:15 27 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku li Wanê pêk hatiye nirxand û wiha got: “Me dubare kir ku em modela jinê ya pergal li me ferz dike qebûl nakin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê ‘Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk’ pêk anî û sernavên wekê ‘Di HDP’ê de perspektîfa jinan’, ‘Di rêveberiyên herêmî de hiqûqa jinan’, ‘Pergala hevserokatiyê’, ‘Di rêveberiyên herêmî de modela jinan’ û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin.Di komxebatê de ligel nîqaşên hevşaredarên jin, perwerdehiyên xweser jî hatin kirin. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn komxebata li Wanê pêk hat nirxand.
 
‘Pêvajoya qeyûm hat nirxandin’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku ewil pêvajoya du sal û nîvan ya dema qeyûman nirxandine û wiha pê de çû: “Di pêvajoya çi pêk hatin, li hember çi êrîş pêk hatin, pergala hevserokatiyê çawa tune hat hesibandin, hat nirxandin e. Di pêvajoya qeyûm de ligel êrîşa li ser civakê li hember destkeftiyên jinan jî êrîş pêk hatin. Di komxebatê de, êrîşên dema qeyûm pêk hatine, girtina saziyên jinan û midûriyeta polîtîkayên jinan, dewrkirina saziyan ya ji bo diyanet û qeymeqamtiyê, dewrkirina saziyên zarokan a ji bo miftiyan hat nîqaşkirin.”
 
‘Xebatên jinan wê bên xurtkirin û berdewamkirin’
 
Fîlîzê bi lêv kir ku di komxebatê de êrîşa li ser çand, jinan û ciwanan pêk tê derketiye holê û got di encama yek mêr, yek fikr û yek ziman de îzolekirina jinan û şîdeta dertê holê nirxandine û ev tişt anî ziman: “Piştî nirxandina komxebatê, pergala hevserokatiyê, xebatên jinan yên li şaredariyan bi awayekî xurt çawa dikare bê meşandin û jinûve avabûna destkeftinan hat nîqaşkirin û yekitiya fikr derket holê.”
 
Fîlîzê her wiha daxuyakirin ku di komxebatê de destkeftiyên têkoşîna azadiya jinan jî hatiye nirxandin û di vê nokteyê de jî modela rêveberiyên xweser ji nûve hatiye nirxandin, dikare çawa baştir bê kirin de fikr hatine ziman û nîqaş hatine kirin. Fîlînê ev tişt daxuyand: “ Di vê esasê de nîqaş hatin meşandin. Ji bo xebatên şaredariyê bi nêrîna jinan bên meşandin û di esasa jinê de qadên îmarê hebin nîqaş hatn meşandin.”
 
‘Jin bixwazin dikarin di îmarê de jî bixewitin’
 
Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Ji vir şûnde jî em ê dest ji destkeftiyên xwe berndin, em ê zêde bibin û hestiyariyeke ku pêşiyarên gel jî dihewîne pêş bixînin. Rêveberiyên herêmî ji şaredarî û endamêm meclîsê pêk nayên. Herêm xwe di nav xwe de heyî dike. Me biryar da ku em ê bi pêşengiya jinan bi perspektîfa jinan projeyên xwe pêk bînin. Ji bo wisa berdewam bike me start da û em ê wisa berdewam bikin. Jin bixwaze dikare di îmarê de jî bixebite. Perspektîfek wisa derket holê. Em ê bi van perspektîfan xebatan bimeşînin.”