‘Ji bo zarokan divê atolyeyên wekheviya zayenda civakî bên zêdekirin’
- 09:14 27 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Nuray Buyukdag ku li Kampa Havînê ya Jinan atolya wekheviya zayendî ya civakî ji bo zarokan pêk anî, diyar kir ku ji bo têgeh bi cih bibin divê atolyeyên bi vî rengî bidomin.
Tora Parastina Jinan di navbera 17 û 21’ê tîrmehê de Kampa Havînê ya Jinan pêk anî û bi atolyeyên cur bi cur bidawî bû. Di kampê de ji parastina cewherî ya femînîst bigirin heta atolya peykeran, dramaya afrîner û wekheviya zayenda civakî gelek atolye pêk hatin. Her wiha di kampê de ji bo zarokan jî atolya wekheviya zayenda civakî pêk hat.
Ji hunermendên Atolyeya Performansa Afrîner a Bahariye 72, Nuray Buyukdag der barê wekheviya zayendî ya bi zarokan re ji bo pêşdarazên jiber xebatek da meşandin. Di atolyeyê de, ji bo zarok pêşdarazên kalip danîn holê axaftinek hat kirin û pêşandaneke tiyatral hat kirin.
Di atolyeyê de hewl hat dayîn ku zarok pêşdarazên xwe ferq bikin. Nurayê da zanîn ku xwedî hişmendîbûna zarokan pir girîng e û wiha got: “Zarok ji hinek cihan têgehên wekheviya zayendî dibihîzin. Şîroveyan dikin. Mînak zarokên niha pîşe û rengan dikarin ji hevdû cuda bikin. Bertek û gotinên zarokan hene. Di vir de piştgiriya femînîstan pir zêde ye. Ev hêdî hêdî wê zêdetir be.”
Nurayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê dersên derbarê wekheviya zayendî civakî de di mufredatê de cih bigire û got diê atolye jî bên zêdekirin.