Gelê Sirînê ber bi azadiyê ve dimeşin
- 09:10 27 Tîrmeh 2019
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Bajarokê Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê piştî zordariya çete û terora DAIŞ'ê rojên azad û aram dijîn û pergala xwe ya jiyanê ava kirin. Jinên Sirînê derbarê salvegera rizgarkirinê de gotin: "Ji ber hovîtî û desthilatdariyê jiyana me reş bibû. Lê niha em dikarin bêjin ku jiyana me guherî, em xwedî li ax in, xwedî bi nêrîn in. Em tu carî nahêlin ku zirarê bidin pergala ku hatî afirandin."
Bajarokê Sirînê dikeve Başûrê Kantona Kobanê ya ku li herêma Firatê ye. Di destpêkê de bajar tenê ji zeviyên çandiniyê pêk dihat. Li Sirînê ereb, tirkmen û kurd bi hev re dijîn. Loma jî ji aliyê çandî ve jî bajar xwedî dewlemendiyeke mezin bû. Gelên Sirînê debara xwe bi çandiyê dikin. Zeytûn, hinar, zebze, tirî, hejîr û nêçîra masiyan dikin.
Rêjîma Baasê bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê ya di kanûna 2012'an de Sirînê terk kir û xwe ji bajar bi tevahî vekişand. Artêşa Azad jî valabûna bajar ji xwe re kir firset û xwe lê bi cih kir. Artêşa Azad ku salek û nîv di Sirînê de ma bajar talan kir û hilweşand. Amûrên girêdayî jiyanê û çandîniyê; ambulans û tirektor jî dizîn. Her wiha destên xwe dan ser depoyên genim ew jî bû sedema bihakirina nan.
Dest danîn ser bajêr
Piştî ku Artêşa Azad gelek zor û zilim li gelê Sirînê kir vê carê jî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Sirînê kirin û dest danîn ser bajêr. DAIŞ, di sal û nîvekê de gel û jinên Sirînê di nav pêkanînên xwe yên dijmirovî de fetisndin. Li ser jinan sîstema qedexekirina jimalderketinê ferz kiribûn. Kesên ku pêkanînên wan bi cih nedanîn serê wan jê dikirin. Gelê Sirînê digotin; "Dema ku çeteyan serê mirovan jê dikirin, laşên wan li kolanan dihîştin daku derûniya gel jî têk bibin."
Dest bi hemleya rizgarkirinê kirin
Di 12'ê Îlona 2014'an de li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û bi armanca rizgarkirina herêma Firatê bi pêşengiya YPJ/YPG û li gel tabûr û tugayên Lîwaa El-Tewhîd, Lîwaa Siwar El-Reqa, tabûrên Şems El-Şemal, Seraya Cerablus, Lîwaa Cebhet El-Ekrad, Siwar Umunaa El-Reqa, Artêşa El-Qesas û Lîwaa El-Cîhad, navendeke operesyonêya hevbeş bi navê Burkan El-Firat (Volkana Firatê) ragihandin. Bi vî rengî jî di sala 2015'an de Volkana Firatê li Kantona Girê Spî, Sirîn û Eyn Îsayê dest bi hemleya rizgarkirinê kirin. Wiha jî hêzên ku cihê xwe di Volkana Firatê de girtin û bi alîkariya balefirên Koalîsyona Navneteweyî di Tîrmeha 2015'an de dest bi hemleyê kirin. Sirîn, Sewami û Gundewarên wê di 27'ê tîrmeha 2015'an de bi giştî hat rizgarkirin. Gelê Sirînê piştî hovîtiya çeteyan êdî dikarîbûn bi rengekî azad bijîn û ew biryara jiyana xwe bidin.
Pêvajoya avakirinê dest pê kir
Piştî ku Sirînê hat rizgarkirin şêniyan di 17'ê çileya 2016'an de dest bi vegerê kirin û ji bo xwe pergala Netewa-Demokratîk û sîstema Rêveberiya Xweser a demokratîk hilbijartin. Piştî wê bi du rojan gelan dest bi xebatên rêxistinîkirinê kirin. Di 19'ê çileyê de 1'emîn Navenda Asayîşê vebû. Di 29'ê heman mehê de yekemîn meclîsa gel ava bû û di 9'ê nîsanê de hat berfirehkirin. Ev cara yekemîn bû ku jinê cihê xwe di rêvebirina bajar de digirt. Di 25'ê nîsanê de komîteya aborî, di 2'yê hezîranê de firina bajar hat sererastkirin. Ji bo amadekariyên perwerdeyê di 17'ê tebaxê de dewreyekê bi amadebûna 250 mamosteyan hat vekirin. Di 6'ê heman mehê de, Desteya Parastinê ya Kobanê navendeke Erka Xweparastinê li Sirînê vekir. Dîsa di 27'ê cotmehê de Saziya Malbatên Şehîdan, di 26'ê mijdarê de Şaredariya Gel û di 5'ê kanûnê de jî Navenda Trafîkê hat vekirin. Rizgarkirina Sirînê di jiyana jinên Sirînê de guhertinên girîng pêk anîn. Jinan cara yekemîn hevseroktî kirin. Cihê xwe di qadên leşkerî, siyasî, parastin, civakî û çapemeniyê de girtin. Pergala xwe ya xweser jî di 2'ê adara 2018'an de ava kirin. Mala Jinan û Rêxistina Kongreya Star jî hatin vekirin.
'Li Sirînê jiyan hatibû fetisandin'
Di çarçoveya 4'emîn salvegera rizgarkirina bajarokê Sirîneyê de Fatma Diwace, Sebha Elî û Uweyş El-Îsa yên li Sirînê dijîn nerînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
Fatma Diwace bi eslê xwe tirkmen e û 17 salî ye li Sirînê dijî wiha qala rewşa jinên Sirînê ya borî û niha kir: "Jin di dema desthilatdariya Rêjîma Basê de hebûna wê ya ber bi çav nebû. Tenê serweriya mêr li pêşbû. Piştî Rêjîmê, Artêşa Azad heman nêzakatî nîşanda. Mirov dikare bêje ku Artêşa Azad li ser tevahî gelê Sirînê zext dikir. Paşê jî bi hatina çeteyên DAIŞ'ê ku ji her dû hêzên borî dijwartir bû. Di dema DAIŞ'ê de jiyana jinan hatibû dorpêçkirin. Tirs di mêjiya me de ava dikirin. Bi giştî ez dikarim bêjim em ji hemû aliyan ve hatibûn fetisandin."
'Xizmetê didin civakê...'
Fatmayê balkişand ser pergala ku niha li Sirînê tê meşandin û wiha got: "Di van 4 salên dawî de Sirînê guherî. Hêzên Sûriya Demokratîk bi xwe re demokrasî û azadî ji bo jin û tevahî gelan anî. Jin di her qada jiyanê de Hevserokatiyê dikin û pêşketinên gelek ber bi çav jî afirandine. Ji bo parastina mafê jinan gelek sazî û rêxstinên ku bi mijarên jin ve mijûl bibin hene. Pergala ku ava bûye xizmetê dide civakê û di navbera her du zayendan de wekheviyê ava dike."
'Em nahelîn zirarê bidin pergala me afirandî'
Sebha Elî di pêngava rizgarkirinê de lawê xwe winda kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li Sirînê jin gihaştibûn asteke wiha ku ji civakê hatibûn tecrîdkirin û wekî amûreke bûn. Lê bi têkbirina DAIŞ'ê re hemû zordariya hêzên desthilatdar jî bi dawî bûn. Jinan xwe ji pergala serdestiyê xilas kirin. Ya niha jî têkoşîna wan ya bi guhertina civakê re heye. Niha dewleta tirk dixwaze hemû serkeftin û deskeftiyên me ji holê rake. Lê em ê rê nedinê ku tu carî zirarê bide pergala me. Min zarokekî xwe ji bo avakirina vê jiyanê oxir kir, ger pêwîst be ez ê zarokên din jî bidim."
'Jiyana me bi ewleye'
Di dawiyê de Uweyş El-Îsa jî, salvegera rizgarkirina Sirînê pîrozkir û wiha got: "Ji ber hêzên hov û desthilatdar êdî dilê me ji jiyanê ma. Dema ku em derdiketin derve divê mêrek bi me re bihata. DAIŞ'ê jî ola Îslamî bi kar danî. Lê ew ji rastiya ol gelek dûrbûn. Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Sirînê, ya girîng ji bo me ew e; ku em bi rengekî bi ewle, wekhev, bi saya hêza YPJ-YPG’ê îro em dikarin bi awayeke aram bijîn e. Em salvegera rizgarkirina Sirînê li tevahî gelê xwe û bi taybet li malbatên şehîdan pîroz dikin."