Jinên Şirnexê: Tundî û qetilkirina jinê bi destê dewletê tê meşrûkirin

  • 09:07 27 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê derbarê qetilkirina jinê, tundî û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nirxandin kirin û anîn ziman ku îstîsmar û tundiya li dijî jinê bi destê dewletê pêk tê û wiha gotin: “Ji ber kêmkirina cezayê tundî, qetilkirin û îstîsmar zêde dibe. Tundî û qetilkirina jinê bi destê dewletê tê meşrûkirin.”
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe qetilkirina jinê, tundî û êrîşa zayendî li dijî zarokan zêde dibe. Ji ber kêmkirina cezayê, parastina dadgehê ya kujeran, şer, polîtîqayên mîlîtarîst, zimanê medya û gotinên îktîdarê rê li ber qetilkirina jinê vedikin û tişta tê kirin meşrû dikin. Li gorî daneyên ku ajansa me di meha hezîrana ya îsal de kom kirine 29 jin hatin qetilkirin, 6 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dan . 26 jin bi êrîşa zayendî û şîdetê re rûbirû man, 23 zarok jî dîsa bi êrîşa zayendî re rûbirrû man. Li gor daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin jî di destpêka sala 2019’an heta niha herî kêm 174 jin hatine qetilkirin. Her wiha li gorî daneyên ku ajansa me bi dest xistin jî sala 2019’an  heta îro herî kêm 133 jin hatine qetilkirin.
 
Jinên Şirnexê  derbarê qetilkirina jinê, tundî û êrîşa zayendî li dijî zarokan axivîn û anîn ziman ku êrîş û tundiya li dijî jinê bi destê dewletê pêk tê û bi lêv kirin ku ji ber kêmkirina cezayê qetilkirin û êrîşa zayendî zêde dibe.
 
Endama PM’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Zelal Yerlîkaya, tundiya li dijî jinê nirxand. Zelal, anî ziman ku tundiya li dijî jinê di demên dawiyê de gelek zêde bûye û wiha got: “Tundiya ku li dijî jinê bi salane pêk tê îsal gihiştiye asta herê jor. Her wiha tundiya li dijî jinê û qetilkirina jinan ku pêk tên gel di medyayên civakî û televîzyonan de dişopînin. Îro êrîşek hovane li dijî jinê ttê kirin. Mirov dikare bibêje ku tundiya li dijî jinê tê wateya îxanetê mirovahiyê  bike. Divê mirov tundî, qetilkirin û îstîsmarê wek îxanet bibîne. Ev bûyer civakê ji kurve bandorê dike. Tundiya li dijî jinê pirsgirêka hemû civakê ye. Tundiya li dijî jinê mirov nikare wek tundiyek fizîkî bibîne, ev tiştek ne raste. Tundiya jinê ji gelek beşan pêk tê. Mînak hemû jin tundiya derûnî û sosyal dibînin û divêem vî baş bibînin. Pergala ku jinê hepse malê dike dixwaze jinê ji civakê dûr bixe û bi vî hawî tundiyê pêk tîne. Her wiha gelek jin ji bira, bav û ji mêrên civakê tundiya derûniyê jî dibîne. Em vî gelek baş dibînin. Di demên dawiyê de tundiya ku li dijî jinê zêde bûye  bi destên îktîdar tên meşrû kirin û mêrên sûcdar nayên ceza kirin. Ev polîtîqaya bêcezabûnê jî hêzê dide mêran û ev jî dibe sedema zêde bûna tundiya jinê.”
 
‘Tundî û qetilkirina jinê bi destê dewletê tê meşrû kirin’
 
Zelal, di bedewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wan wek jin li dijî tundiyê di nav seferberiya topyekûn de ne û ev tişt anî ziman: “Em vê tundî û qetilkirinê tu carî qebûl nakin. Bi taybetî jî li herêma Botanê tundiya li dijî jinê gelek zêde bûye. Mînak herî dawî li gor îdîayan jinekê dawî li jiyana xwe aniye. Lê belê sedema hemû van mirinan ji ber sûcdar nayên cezakirin pêk tên. Her çiqas bibêjin jin nexwestiye bijî xwekuştiye rastî ne ev e. Em wek jin jî dev ji şopandina van bûyeran bernadin. Di van bûyeran de birînên gelek kur hene. Jin ji ber tundiyê ji mêr û malbatê dibîne mirinê ji bo xwe wekî çareserî dibîne. Her wiha kesên ku tundî û qetilkirina jinê meşrû dikin êrîşa zayendî ya li dijî zarokan jî bi vî rengî meşru dikin. Em wek jin tu carî tundiya li dijî jinan û êrîşa zayendî ya  li dijî zarokan qebûl nakin û em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina xweser dest bidin hev. Em çiqasî ji hev dûr bikevin jî em ê ew qas zêdetir rastî tundiyê bên. Hemû tax û kolan ên me jinan e û qadên jiyana me ne. Em ji tundiya li ser jinê re dibêjin bese.”
 
‘Dewlet ji jinê ditirse’
 
Zelal, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema mirov lê dinêre di her qadê de jin hene, digûherîne û vedigûherîne. Jin ji bo qada siyasî nedin mêran tê de cih digirin. Dewlet îro ji jinên ku civakî dibin û civakê digûherînin ditirse. Em bawer dikin ku dema jiyana xwe bi daxwaza azadiyê rê ve bibin dê jiyanek demokratîk û azad derbikeve holê. Îktîdar ji ber ji van ditirse tundiyê muşrû dike. Îktîdar dixwaze ku modela jina divê di malê de bê hepiskirin xêz bike. Em ê rê nedin vî tiştî. Em bang li hemû jinan dikin ku rabin ser piyan.”     
 
‘Jin parçeyekî jiyanê ye’
 
Aktîvîsta TJA’yê Siyajîn Buluttekîn jî bi lêv kir ku her diçe li Tirkiyeyê tundiya li jinê tê kirin gelek zêde dibe û wiha pêl da axaftina xwe: “Dema mirov rewşa jinê dinirxîne; jin parçeyekî jiyanê ye. jin bi serê xwe çand, xweza û hûner e. Kesên ku li berjewendiyên xwe difikrin nahêlin ku jin xwe rêxistin bikin. Ji ber ku dema jin azad bibe dê civak, xweza, çiya, gel, ziman, zarok û hemû tişt azad bibin. Ji bo jin û civak azad nebe rejî tişta ji destê wê tê dike. Di aliyê tacîz, tecawiz, qetilkirin û teşîrkirin bedena jinê de şerê dijwar dest pê kiriye. Ji ber vê jî pêdiviya me ya herî  mezin rêxistinbûn e. Divê em êrîşên li dijî jinê pêk tên qebûl nekin. Dema ku mirov li dîroka herema Şirnexê dinêre  di  dema eşîrtî û feodalîteyê de jî êrîşeke bi vî rengî li jinê nehatibû kirin. Di dema îro de bi her awayî êrîşî jinê tê kirin û dixwazin ku jinê li gorî daxwazên xwe bi teşe bikin. Divê em xwedî li beden û mafên xwe derkevin. Em du şeran dikin, şerek li hember dewletê, şerek jî li hember mêr û malbatê ye. Divê heta ji destê me bê em rêxisitnbûna xwe xurt bikin. Pêşiya her tiştî rêxistinbûyîne.”
 
‘Li bajarên Kurdistanê êrîşên li dijî jinê zêdetir in’
 
Siyajîn, di domandina axaftina xwe de diyar kir ku tundî û qetilkirina li dijî jinê li bajarên Kurdistanê gelek zêde ye û ev tişt got: “Dema mirov metropol û Kurdistanê dide  hemberê hev li Kurdistanê zêdetir tundî li jinê tê kirin. Jinên bajarên Kurdistanê ji ber ku xwe tim rêxistin dikin û li hember dewlet û mêr disekin zêdetir êrîşî wan tê kirin. . Dewletê bi zanebûn li bajarê Kurdistanê berê xwe daye jinan. Em jin jiyanek wekhev û azad dixwazin. Her çi dibe bila bibe em ê li pêşiya tundiya li dijî jinê bisekinin. Tişta ku dikeve ser milên me em ê li hemû kolan û taxan pêk bînin. Em ê bi ser kevin. An bi rêsixtin an bê rêxistin.”