'Berxwedana me li dijî tunekirinê dê bidome'
- 09:04 27 Tîrmeh 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê der barê dagirkirina herêman de gotin ku dixwazin Gelê Kurd tune bikin û lê berxwedana kurdan dê li dijî tunekirinê bi ser keve.
Yên ku herî zêde di encama êrîş û dagirkirinê de mexdûr dibin jin û zarok in. Wekî di dagirkirina Efrînê de. Şêniyên efrînî ji ber êrîş û dagirkeriyê koçberê Şehbayê bûn. Şêniyên Efrînê wêkî hemû şêniyên li Bakur û Rajhilata Sûriyêyê heman tiştî jiyan, lê tu carî hêviyên xwe yên serkeftinê winda nekirin. Jinên Efrînê der barê dagirkirina Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de, Herêma Federal a Kurdistanê û bi taybetî li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Armanca tune bike'
Sibhan Muhemed li ser kiryar û êrîşên dagirkeran de axivî û wiha got: "Dewleta tirk Gelê Kurd hedef digire, li Efrînê 72 balafir li hemberî gelê sivîl rakir û êrîşî herêma Efrînê kir û em koçberî Kantona Şehbayê bûn. Lê bi Efrîn tenê têr nebû êrîş û gefên xwe anî ser hemû parçeyên xaka Kurdistanê. Armanca dewleta tirk ew e ku Gelê Kurd tune bike, lê berxwedana me kurdan didome ji ber ku em ji êrîş û gefên wî tucarî natirsin."
'Em êrîşa li ser kampa Mexmûrê qebûl nakin'
Emîne Xelîl jî êrîşên dagirkeran ên li ser kampa Mexmûrê şermezar kirin û wiha pêde çû: "Dewleta tirk dixwaze bi êrîşên xwe her kurdan tune bike, lê em kurd tucarî tune nabin. Dewleta tirk êrîşî Efrînê kir û niha jî êrîşî hemû parçeyên Kurdistanê dike, li kampa Mexmûrê nêzî 25 sal in gel berxwedana xwe berdewam dike, em êrîşên dewleta Osmanî li ser kampa Mexmûr şermezar dikin, êrîşên li ser kampa Mexmûrê êrîşên li ser tevahî kurdan e."
'Em ê li dijî êrîşan serî hildin'
Bêrîvan Tobal jî bal kişand ser têkoşîna gel li hember qirkirin û tunekirinê û wiha got: "Em Gelê Kurd berxwedana xwe li dijî qirkirin û tunekirinê didomînin. Bila Erdoxan ne fikire bi rêya êrîşên xwe me tune bike, em ê tevahî netew li kêlek hev bisekinin û li dijî êrîşan serî hildin."