'Hêj heman êşê dijîn'

  • 09:02 27 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan-Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Di 27'ê tîrmehê sala 2016'an de li Qamisloyê teqînek pêk hat 62 kesî jiyana xwe ji dest da û 176 kes birîndar bûn. Malbatên ku xizmên xwe di teqinê de windakirin hêj heman eşê dijîn û dil şewat in. 
 
Di 27’ê tîrmeha sala 2016’an de di saetên sibehê komyonek bombebarkirî ji hêla ceteyên DAÎŞ'ê ve li taxa Xerbiyê ya bajarê Qamişloyê herêma Cizîrê, hat teqandin. Di encama teqînê de 62 kesî jiyana xwe ji dest da û 176 kes jî birîndar bûn. Piraniya wan zarok bûn.  Malbatên ku di teqînê de xizmên xwe windakirin heta roja îro jî heman êşa windakirinê dijîn û dil şewatin, wekî bi hezaran welatiyên li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê. Niha ji gelên herêmê ji bo parastina xwe di nav hewldanan de ne. Têkildarî mijarê malbatên ku di teqînê de xizmên xwe windakirin ji ajansa me re axivîn.
 
'Mirovekî dilsoz bû'
 
Mihmed ê 29 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da, dayika wî Bedriya Ezîz, li ser roja komkujiyê axivî û wiha got: "Mihemed mirovekî dilsoz, dirûst û hevalê herî baş bû. Derdê wî ku çawa min û bavê xwe razî bike û kêfxweş bike. Di roja teqînê de Mihemed sibêhê zû ji xew şiyar bû, ji min re qehwe çêkir û me bi hev re qehwe vexwar. Di wê rojê de mêvanê me hebûn Mihmed bi destê xwe ji me re taştê amade kir û me bi hev re taştê xwar. Dema ku dixweset biçe ser kar, li ber deriyê malê carek din li min vegeriya û got ‘Dayê îro ji me re mergê çêke’ min jî jêre got erê kurê min. Di dema ku li motorê xwe siwar bû û çû karê xwe, piştî wê bi deh deqeyan teqîn çêbû. Ez û birayên wî çûn dikana wî, li wir me dît Mihemed şehîd bû ye."
 
"Li ser axa xwe şehîd bû"
 
Şêrîn Mûsa keça Etî Ehmed Mûsa yê bi temenê 70’ê salî di teqînê de jiyana xwe ji dest da jî wiha axivî: "Bavê min kesekî  qenc bû dihat naskirin. Ji bo wê hezkirina min jêre pir cûda bû, ji ber ez keça herî biçûkbûm gelek ji min hez dikir û min jî jê hez dikir. Bavê min wek hevalan bû. Ez çiqas li ser biaxivim nikarim bi gotinan wî bînim ziman. Ez heta roja îro jî nikarim bawer bikim ku bavê min hatiye kuştin. Lê dîsa jî ez serbilind im ku bavê min li ser axa xwe û li welatê xwe şehîd bû."