Şehîdên Şengalê hatin bîranîn

  • 15:39 26 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê malbatên şehîdan bi boneya Cejna Çilê li şehîtgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan serdana şehîdan kirin û li ser gorên şehîdan find pexistin. 
 
Di êvara Cejna Çilê de civaka êzidî berê xwe da şehîdgeha pakrewanan. Piştî ku gel kom bû, bi avabûna rojê re welatî û malbatên  şehîdan li ser gorên pekrewanan find pexistin. Şehîtgeh di tariyê de hate ronahîkirin. Armanc ji pêxistina findan ew  e ku tarîtî bê ronîkirin. Civaka êzidî şehîdên xwe ronahiya reça xwe dibînin û dema roj diçe ava findan pedixin. Duh êvarê jî biboneya Çejna Çılê malbatên şehîdan û gel li ser goran amade bûn û xer dan. 
 
Pakîze Celal ya ku lawê wê şehîd e û tevli bîranînê bûye nerîn û hestên xwe wiha anîn ziman: “ Îro em ji bo şehîdên xwe bi bîr bînin hatine. Îro êvara Çejna Çilê Havînê ye. Di serî de ez cejna hemû şehîdên me û gelê  me pîroz dikim. Em vê cejnê salê dû caran pîroz dikin, zivistanê carekê, havînê carekê pîroz dikin.  Ne têne malbatên şehîdan yên ku dixwazin hemû tên serdana şehîdên xwe dikin û findan pêdixin. Dema şervanên azadi ji Şenganlê çûn bajar emanetî me kirin, pêwîste ku em jî li bajarê xwe û şehîdên xwe xwûdî derbikevin. Hêvî  dikim ku dagirker bi ser nekevin.”