TJA’yê starta çalakiyên xwe yên 5 mehan li Şirnexê da
- 15:27 26 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - TJA'yê, starta çalakiyên xwe yên ku wê 5 mehan bi dirûşma "Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” bidomîne li Şirnexê daxûyaniyekê ragihand.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” starta kampanyaya xwe ya çalakiyan a 5 mehan ku wê li Şirnexê bidomîne bi daxûyaniyekê li avahiya HDP’ê ya Şirnxê ji çapemeniyê re ragihand. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran İmir, Hevşaredara navçeya Silopiyê Adalet Fîdan, Hevşaredara navçeya Cizîrê Berîvan Kutlu, rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û gelek jin tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyanî ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ve hat xwendin.
‘Em vê şoreşê di şoreşa jinan a cîhanê xeleka dawîn dibînin'
Nuran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa 19’ê Tirmehê ya Jinên Rojavayê Kurdistanê û got ku pêşengiya van jinan ji jinên cîhanê re tecrubeyeke nû ya têkoşînê daye avakirin û wiha got: “ Van jinan ji me hemûyan re nîşan da ku jiyaneke demokratîk û komînal dikare çawa bê avakirin. Ji bo vê yekê em di sosyalîzma sedsala 21'emîn de Şoreşa Jinên Rojavayê Kurdistna wek şoreşa xwe qebûl dikin û ji hêla enternasyonalîstbûnê ve em vê şoreşa jinan, di Şoreşa Jinên Cîhanê de wek xeleka dawî pênasê dikin. Berpirsiyariya me ya dîrokî ev e ku em xwedî li vê şoreşê derkevin, wê berfireh bikin û mezin bikin. Feyza ku em ji Şoreşa Rojavayê distînin û bi mîrasa ku me ji tevgera jinên cîhanê dewr girtiye, em jin li xeteke hevpar a têkoşînê gihîştine hev. Em li dij wan rolan derketin ku modernîteya kapîtalîst li ser barkirî ye. Ji bo jin ji nû ve vegere ser rastiya xwe me bi zimanê xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi çand û rengên xwe gelek tişt bi ser xistin. Destkeftiyên me herwiha jiyana ku em hêvî dikin bixwe ne. Ji ber vê yekê em hemû êrîşên ku li jiyan û destkeftiyên me tên kirin wek li paradîgmaya me ya Jinên Demokratîk û Ekolojîk hatibe kirin dibînin û em rave dikin ku em ê bi tevahî di nava têkoşînê de bin.”
‘Em ê bêdeng nemînin’
Nuran, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pêvajoya çûyî de wan bi gelek jinan re li ser mijarên cihê nîqaş kirine û ev tişt got: “Em li ser meseleya jinan axivîn, ji nêrîn û pêşniyazên ku derketin holê û ji encama ku me bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaş kirin, wek TJA me biryar da ku em vê yekê wek kampanyayekê li dar bixin. Em radigihînin raya giştî ku em ê bi sernavê ‘Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî li ser piyan be’ kampanyaya xwe berdewam bikin. Îro pergala kapîtalîst a mêrane, ji bo feraseta xwe ya netew-dewletê li ser piyan bihêle û jîndar bike hemû polîtîkayên xwe yên qirêj ên şerxwaz dide meşandin. Em pir baş dizanin ku forma netew-dewletê a pergala kapîtalîst, ji civakan re ne jiyaneke nû pêşkêş dike û ne jî hêviya siyaseteke nû dide civakan. Berevajî vê, Rojhilata Navîn dixe nava kaosekê û li ser vê jî dixwaze xwe jîndar bike. Ji bo vêya jî êrîşî hebûn, ziman, çand û baweriyên civakan dike, dewlemendiya civakên Rojhilata Navîn, ji bo xwe wek destkeftî dibîne û feraseta talankeriyê belav dike. Em jin, van êrîşan wek li nirx û pergala me jinan hatibe kirin dibînin û em ê bêdeng nemînin.”
‘Em ê jî li hember van êrîşan îdeolojîk û polîtîk tevbigerin!’
Nuran, di dirêjiya axaftina xwe de got ew êrîşên li dijî jinan îdeolojîk û polîtîk dibînin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em diyar dikin ku em ê jî li hember van êrîşan îdeolojîk û polîtîk tevbigerin! Lewma em ê bi hêza xwe ya birêxistin li hemû qadan li hember êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, tundî û qetilkirina jinan bertekeka hevpar nîşan bidin. Polîtîkayên bêcezatiyê, pêşiya tundiya li jinan vedike û ev rewş bi destê desthilatdaran tê meşrûkirin. Ji ber vê yekê tundiya li jinan, ji tundiya dewletê cudatir nîne. Li hember polîtîkayên baviksalar ku jinan wek hêza kar a erzan dibînin, laşê jinan wek sermaye bi kar tînin û zorê didin jinan ku fuhûşê bikin, em ê jin li kolanan, li qadan û li kargehan dengê xwe xurttir û bihêztir bilind bikin. Bi hêza xwe ya birêxistin û bi baweriya xwe ya azadiyê em ê bi vê kampanyayê pêşî li tundiya li jinan bigirin. Em ê bi jinên ku di malan de tên hepskirin û ji qada civakî tên dûrxistin, li hemû qadên jiyanê xeta xwe ya birêxistin a veguherîn û azadiyê pêş bixin. Em ê qebûl nekin kesên ku li dijî zarokan êrîşa zayendî dikin di nava civakê de bi rehetî bigerin û ceza negirin. Em ê li ser vê yekê li hember tundiyê bisekinin û ji bo sererastikirin fermî jî tê bikoşin.”
‘Jiyan bi rengê jinan xweş e’
Nuran, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Kampanyaya ku me îro da destpêkirin, dê heta dawiya meha Kanûnê berdewam bike. Di kampanyaya me de; em ê modernîteya kapîtalîst rexne bikin. Ji bo mêr biguherin û veguherin em ê çalakiyên hişmedkirinê li dar bixin. Ji bo pirsgirêkên ku ji ber dagirkerî, koçberî û şer derketine holê plansaziyeke piralî bikin. Li hember êrîşên li jinan em ê hewl bidin ku parastina jinan bandorker bikin. Di temamê meha Mijdarê de ji bo têkoşîna bi tundiya li jinan re em ê çalakiyan li dar bixin. Di temamê meha Kanûnê de ji bo mafên mirovan li hember bêhiqûqiyê, bi taybetî jî bêhiqûqiya li girtiyên siyasî yên jin em ê kampanyayeke birêxistin li dar bixin. Em ê li kolanan stranên azadiyê bistrên. Em ê tarûmarkirina ekolojîk bisekinînin. Em ê kincê kar li xwe bikin û nobedê bistînin. Em ê bi zimanê xwe hefte û bernameyên çandî li dar bixin. Em ê bi platformên jinan re hevkarî bikin û ji bo qadên jinan ên jiyanê vebin plansaziyan çêkin. Ji bo vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li derdora vê kampanyayê bibin yek. Em ê tev bi hev re bibêjin; Jiyan bi rengê jinan xweş e.”