Ji şaredariya Sûrê xizmeta ‘pirzimaniyê’

  • 15:24 26 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Şaredariya Sûrê biryar girt ku carek din xizmeta “pirzimaniyê” bide. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, dawî li xizmeta “pirzimaniyê” anî bûn.
 
Şaredariya Sûrê di çarçoveya Plana Stratejîk a di navbera salên 2020 û 2024’an de ku bi dirûşma “Bîra Sûrê, em bi dengê dîwanê (dermal) plansaziya siberojê dikin” civînên xwe li li hewş an jî li dermalên Sûrê didomîne. Hemû yekîneyên şaredariyê,  xebatkar li hev civiyan û her wiha Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn jî beşdarî civînê bû. 
 
Di civînê de hat gotin ku plansaziyên berê pêk neanîne û dê bi dînamîkên bajêr re ji bo plansazî bikeve meriyetê dê mekanîzmayên şopandin û nirxandinê saz bikin. Midûriyeta Çandê ya şaredariyê derbarê xebatên çand û hunerê de agahî da û ragihand ku wan biryara şaredariya wan carek din vegere xebatên “pirzimaniyê” girtiye. 
 
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, dawî li xizmeta “pirzimaniyê” anî bûn.