'Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîwana hemû jinên Sûriyê ye'
- 14:36 26 Tîrmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navçeya Holê bi armanca avakirina Meclisa Jinên Sûriyê ji jinan re civîn li dar xist di civînê de hat diyarkirin ku Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîwaneke siyasî,rêxistinî, çandî,civakî û huquqî a hemû jinên Sûriyê ye.
Şoreşa Jinê di sedsala 21'emîn de bû serdema azadî û xwe nûjenkirinê. Jinên ku ji aliyê hişmendiya BAAS û DAIŞ'ê ve hatibûn çewisandin îro xwe ji nû ve bi rêxistin dikin û dibêjin Eger Rêxistinên Jinan ên mîna Kongreya Star neba em ê bihata tunekirin.
Îro Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên Gundê Um Hicêra yê Navçeya Holê ya Hesekê re civiya. Di civînê de bi dehan endam û rêveberên jin ên Meclis, Şaredarî, Mala Jinê û Kongreya Star amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Di civînê de Endama Koordinisyona Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Husên amade bû.
'Jin di Rojhilata Navîn de bi pirsgirêkan re rûbirû ne'
Endama Koordinisyona Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Husên axivî, armanca avakirina meclisê bi jinan re parve kir û wiha got: "Di Rojhilata Navîn de jin bi pirsgirêkên girîng re rûbirû ne. Jin di warê siyasî,civakî, aborî û çandî de ji civakê hatiye dûrxistin û ji aliyê mêrê serdest ve wekî amûr hatiye dîtin û rêya ku pêşengtiyê ji caka xwe re bike li ber hatiye girtin. Ji ber vê me pêwîstî dît ku em Mecliseke Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin, hemû jinan perwerde bikin ku rê li ber wan bê vekirin û bibin pêşengê civaka xwe."
'Hat wekheviya zayendî pêk neyê civak azad nabe'
Jiyanê teqez kir ku pirsgirkên jinên ên nava civakan nehatine çareserkirin û wiha dom kir: "Sûriye beşeke girîng ji Rojhilata Navîn e. Eger pirsgirêka jinê di Sûriyeyê de neyê çareserkirin ne mumkîne li tu welatên din çareser bibe. Pirsgirêka herî zêde xwe dide der jî newekheviya zayendî ye. Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin ne pêkane ku civakek nifşekî nû yê xwedî exlaqekî pêşketî mezin û perwerde bike."
'Armanc pêkanîna hevjiyana azad e û parastina jinê ye'
Jiyanê hefed û biryarên ku di rêzignameya Hundirîn de hatine girtin bi jinan re rave kir: "Erka me ya yekemîn ew e ku em benda li ser wekhevî û hevjiyana azad a di navbera jin û mêr de bi civakê bidin qebûlkirin. Divê em rê li şîdeta li ser jinan bigirin û serdema 21'an bibe serdema ku jin nebe qurbana kevneşopiyên civaka baviksalar. Ji bo ku sîstemeke demokratîk li Sûrêyeyê bê avakirin em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY'ê hejmara 1325 ku di sala 2000 derketiye jin û zarokên ku zirar dîtine werin parastin."
Paşê derbarê pêşketina jinan de û riyên çareserkirina pirsgirêkên rêxistinî û jiyanî di civaka ereb de jinan nêrînên xwe anîn ziman û pirs ji dîwanê kirin.