12 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
- 14:35 26 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Polîsan li navçeyên Menemen û Bucaya Îzmîrê di serdegirtina malan de 12 kes binçav kiribûn. Her 12 kes bi şertê “kontrola edlî” hatin berdan.
Polîsan li navçeyên Menemen û Bucaya Îzmîrê bi ser gelek malan de girtibûn û 12 kes binçav kiribûn. Her 12 kes bi şertê “kontrola edlî” hatin berdan. Piştî Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi kampanya “Ne girêdayî be, azad be" kirin, polîsan li dijî xebata ciwanan dest bi serdegirtina malan kir.
Ciwanan di 21'ê tîrmehê de li taxa Asarlik a Menemenê ya Îzmîrê şahî li dar xistibû. Polîsan bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" bi ser gelek malan de girt û 12 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de gelek pirtûk û cihazên elektronik jî desteser kirbûn.