Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 12:35 26 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbat herî dawî di 5’ê hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.