Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji jinan re semînera tendirustiyê da
- 12:30 26 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - Ji aliyê Şardariya Bajarê Mezin a Wanê ve li navçeya Bêgirya Wanê ji jinan re sîmînera tendirustiyê hat dayîn.
Serokatiya Daîreya Karên Tendirustiyê ya ku di bin banê Şaredariya Wanê de kar dike, ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên ku jin li gelek taxan dest bi dayîna semîneran kir. Di çarçoveya van xebatan de li Navçeya Bêgirî ji aliyê Seroka Daîreya Karên Tendirustiyê Çîgdem Altinoglu ve ji bo jinan semînera tendirustiyê hat dayîn. Di semînera ku jinan elqeyeke mezin nîşan da de Çîgdem, derbarê tendirustiya zêdebûnê, muayeneya memikan, penceşêra memikan û penceşêra devê malzarokê de semîner da.
Hat ragihandin ku wê semînerên bi vî rengî heta dawiya salê berdewam bikin.