'Gelo mirov ji kevirê gorê jî ditirse?’
- 09:11 26 Tîrmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Fadîme Sayer diyar kir ku kevirê gora kurê wê yê ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû du sal berê ji aliyê polîsan ve hatiye şikandin û da zanîn ku ji bo gora kurê xw nû bike destûra pêwist ji bo wan nayê dayîn.
Di encama polîtîkayên şer de li herêmê gelek gor hatin texrîbkirin û kevirên goran hatin şikandin. Êrîşa herî giran jÎ li Goristana Garzan a li Bedlîsê pêk hat. Di 2018’an de goristan hat hilweşandin, 267 ceneza hatin derxistin û şandin Saziya tipa Edlî ya Stenbolê. Ji sala 2015’an heta niha li hember gelek goristanan êrîş pêk hatin. Yek ji van êrîşan jî di 2017’an de li Mêrdînê pêk hat. Jina bi navê Fadîme Sayer da zanîn ku gora kurê wê Ciwan Sayer yê li Rojava jiyana xwe ji dest daye jî hatiye texrîb kirin û du sal in ji bo kevirekî nû yê gora kurê xwe çêbike, destûr nayê dayîn.
‘Bi ser min de hatin’
Fadîmeyê daxuyakirin ku kurê wê di 8’ê adara 2015’an de jiyana xwe ji dest daye û got di 2017’an de ji bo salvegera kurê xwe çûye goristanê û bi dorpêça polîsan re rû bi rû maye û wiha got: “Em bi polîsan re ketin nîqaşan. Bi TOMA û wesayîtên zirxî dora me dorpêç kirin. Piştre ber bi gora kurê min çûn. Min ji van re got ‘hûn nikarin biçin’. Wan jî got ‘Kê ev kevirê gorê çêkiriye’. Gotin ‘cil û bergên YPG’ê li ser heye’. Min jî got ‘ne qedexeye, ev welat welatê hemû kesî ye’. Wan jî got ‘ma tu dayikî, ger tu dayik bûna teyê kurê xwe neşanda li wir’. Min jî got ‘tu hîna nizanî bi dayikekî re biaxivî’. Piştre bi ser min de hatin. Polîsekî din ew da sekinandin.”
‘Du sal in kevirê gora kurê min tune ye’
Fadîme destnîşan kir ku kevirê gora kurê wê şikandine lê piştre ji bo yekî din çêbikin ketine nava hewldanan lê destûr nehatiye dayîn û wiha pê de çû: “Min ji wan re got hûn bişkînin ez ê carekdin nû bikim. Ew tirs têrî wan dike. Çend caran hewl dan êrîşê min bikin. Ez ji goristanê veqetiyam. Piştî ez veqetiyam wan kevir şikand û birin. Ne tenê yê kurê min yê hemûyan şikandin birin. Kevirekî gora kurê min tune. Niha destûr nadin em ji nûve çêbikin. Me daxwazname şand ji Enqereyê re jî.”
‘Ma mirov ji kevirekî ditirse?’
Fadîmeyê di dawiya axaftina xwe de berteka xwe wiha anî ziman: “Ew ne ji kevir, ji cenazeyan ditirsin. Ji mirovên mirî jî ditirsin. Tehemula wan nemeya. Berê ez diçûm ser gora kurê xwe bi rûkenî li min mêze dikir. Niha ez diçim rûyê kurê min tune. Gelo mirov çima ji kevirekî bitirsin.”