Li Mêrdînê binçavkirin hat şermezarkirin

  • 14:54 25 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - DBP’iyan xwestin kesên duh li Mêrdînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin bên berdan û gotin: “Em ê tu carî dest ji demokrasiyê, wekhevî, mafê mirovan û edaletê bernedin.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê, derbarê binçavkirinên Hevserokên DBP’ê yên Mêrdînê Leyla Bozkûrt û Şehmûs Sûn, Hevşaredarê Navçeya Nisêbînê Ferhat Kût û 3 kesên din de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û binçavkirin şermezar kir. 
 
Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dûndar û Alîkara Hevseroka Giştî ya  DBP’ê Halîde Turkoglû beşdarî civîna çapemeniyê bûn.  Rêveberê DBP’ê yê Mêrdînê Zubeyîr Beştaş, di civînê de axivî û wiha got: “Li dijî partiya me bi awayekê pergalî êrîş hene. Duh di serdegirtinên malan de, operasyona qirkirina siyasî pêk hat. Bi van operasyonan dixwazin xebatên partiya me krîmînalîze bikin. Bi van girtin û binçavkirinan dixwazin xebatên me asteng bikin û me teslîm bigirin."
 
Zubeyir, diyar kir ku tu carî dest ji demokrasiyê bernadin û wiha axivî: "Em ji vê derê cardin bang dikin, em nûner û rêveberên partiyeke siyasîne. Em ê tu carî dest ji demokrasiyê, wekhevî, mafê mirovan, edalet û helwesta xwe bernadin. Em dixwazin demildest hevalên me bên berdan."
 
Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.