Mertalên zindî bi biryar welatê xwe diparêzin
- 14:44 25 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên mertalên zindî li gundê Ziyaretê di roja xwe ya 7'emîn de û li gundê Qeremoxê jî di roja xwe ya 9'emîn de berdewam dike.
Gel li dijî gef û kiryarên dagirkeran a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didin û çalakî li dar dixin. Çalakiyên mertalên zindî li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Qinê ya Kantona Kobanê, di roja xwe ya 7'emîn de ye. Her wiha çalakiya gundê Qeremoxê ya girêdayî bajarê Kobanê jî di roja xwe ya 9'emîn de berdewam dike.
Çalakiya gundê Qeremoxa Rojhilatê Kobanê di roja 9'an de bi nobeta taxa şehîd Serhed, Fîras, Hêzên Parastina Civakê, KomîteyaTendirustî û şêniyên bajarokê Sirînê didome. Di çalakiyê de bi navên komîna taxa Şehîd Fîras û Şehîd Serhed Qûmîtan Seydî axivî û wiha got: "Heger em bi şerê xwe re bin, bi netewa xwe re bin û bi azadiya xwe re bin çiqas êrîş bi ser me de werin jî em ê bi berxwedaniya gelê xwe yî qehreman wan pergal û êrîşan bişkînin. Îro li beramberî êrîşên Dewleta Tirk, Gelê Kurd hemû li ser piyane û li ber xwe didin. Me ji Kobanê dest pê kir heta Baxozê, bi îradeya Gelê Kurd bi saya şervanên me bi fikir û felsefa Rêber Apo kes nikare hêza me bişkîne. E bang li dewletên navnetewî dikin çavên xwe li van êrîşan vekin."
Di heman çarçoveyê de û çalakiya gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Qinê ya Kobanê di roja 7'emîn de bi nobeta şêniyên bajarokê Pêndir didome. Her wiha şandeyek ji bajarê Minbicê jî serdana çalakiyê kir.