Jinên Êzidî: Em tu carî roja reş ji bîr nakin
- 14:26 25 Tîrmeh 2019
- Rojane
Nûpelda Têkoşîn
ŞENGAL - Meclîsa Jinên Êzidî bi wesîleya salvegera 5'an a êrîşa li hemberî Şengalê civînek li dar xist û di civînê de hat diyar kirin ku divê ew roj neyê jibîrkirin û gotin: "Em hêvî û daxwaz dikin ku gelê me vegerin ser axa xwe û şehîdên xwe xwedî derkevin."
Di 3'ê têbaxê sala 2014’an de ji aliye DAÎŞ ê ve fermana li ser civaka Êzîdî pêk hatibû. Gelek kes hatin qetilkirin û hatin rewandin. Şêniyên Şengalê cih û warên terk nekirin û berê xwe dabûn Koorîdora Mirovahiyê. Li ser fermanê 5 sal derbas bû. Piştî ku Şengal hat rizgarkirin civaka Êzidî berê xwe da axa xwe. Bi boneya salvegera fermanê li her cihê civîn û bernameyên bibîranînê tên lidarxistin. Meclîsa Jinên Êzidî li Çiyayê Serdeştê civînek li dar xist. Di civînê sînevîzyon hat nîşandan û piştre dest bi axaftinan hat kirin.
'Pêwiste ew roj neyê jibîrkirin'
Di civînê de li ser navê Meclîsa Jinan ya Êzidî Kinê Xidir axîfî û bal kişand ser fermanê û wiha axivî: "Li ser fermanê 5 sal derbas bû. Em şehidên 73 fermanan, şehîdên têkoşînê, şehîdên axa Êzîdxanê bibirtînin û bejna xwe ditewînin. Em 3'ê tebaxê tu caran ji bîr nakin. Kesên ku dibêjin ez Êzidî me pêwîste vê rojê tucan ji bîr neke."
Kinê, diyar kir ku keç û jinên Êzidî hatin rewandin, li kolanan hatin şewitandin û wiha got: "Pêwîste em bîrnekin ku dijmin çi anî serê me. Ew 5 sal derbas bû, hêj gelê me li kampan, li kolanan dijîn. Ji ber fermanê kesên ku nexweşên giran û felçbûyî hebûn hêj cenazeyên wan û hestiyên wan li çola ne. Ev roja reş jibîrnakin.”
'Vegerin ser axa xwe...'
Kinê Xidir, di axaftina xwe da siyaseta qirêj a li ser civaka Êzidî tê meşandin nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi gelek şêwazan li ser me siyaset hat meşandin. Li ser me bazariyê dikin. Lê em niha ji hêzên xwe, YBŞ,YJŞ û Asayişa Êzîdxanê bi bawerin û em pişta xwe didin wan. Em bi hêzên xwe serbilindin. Milletê me yên di kampan dijîn, li Başûrê Kurdistan û derweyî welat dijîn fermana Spî li ser wane. Em hêvî û daxwaz dikin ku gelê me vegerin ser axa xwe û şehîdên xwe xwedî derkevin. Şehîd Mam Zekî digot tîfaqên xwe çêbikin, heger tîfaq nebê em nabin. Ji bo îtîfaqa civaka Êzidî gelê me dest bibin hevdû.”
Kinê, di dawiya axaftina xwe de berxwedêran silav kir û wiha bi dawî kir: "Em ji çiyayê Şengalê û li her cihê di nava berxwedanê de bin. Çiyayên Azad, Çiyayê Qendîl, her şervanên azadiyê ku di çeperanda şer dike, YBŞ, YJŞ, Asayişa Êzidxanê, YPG,YPJ û QSD hemû gerîllayan silav dikim"
'Em roja reş jibîrnakin'
Mêrcan Hecî jî bi boneya hatina salvegera fermana 3'ê tebaxê nêrînên xwe vegot û bal kişand ser fermanên li hemberî Êzidiyan û wiha got: "Em wekî jinên Êzidî ji bo hatina salvegera fermanê kombûne. Heta ku em saxbin em ji bîrnakin ev roja reş. Hemû şehîden fermanê bibir tînin, silavên xwe hemû malbatên şehîdan re û hemû berxwedêran re dişînim. Em naxwazin fermanekê din pêk bê. Hêvî dikim ku dagirker û hevkarên ku ferman ser civaka Êzidî pêk anî tu caran sernekevin.”