Tîraja rojname û kovaran ketiye
- 13:41 25 Tîrmeh 2019
- Rojane
ENQERE - TUÎK’ê îstatîstîkên medyayê ya 2018’an aşkere kir. Li gorî daneyan tiraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye. Bedela reklam û îlanên fermî ya sala 2018’an jî ji sedî 2,2 zêde bûye.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK), îstatîstîkên medyayê ya 2018’an û endeksa sektoriyê ya meha tîrmehê eşkere kir. Li gorî îstatîstîkan hejmara rojname û kovaran di sala 2018’an de li gorî sala 2017’an ji sedî 2,6 kêm bûye û bûye 5 hezar û 962. Ev weşan ji sedî 58,7 ji kovaran pêk tê.
Li gorî îstatîstîkên TUÎK’ê ya medyayê ya sala 2018’an tiraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye.