Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin

  • 13:09 25 Tîrmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Rezan Sarica, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê hezîranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. 
 
Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê hezîranê, bû 10 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.