Jinên li Mexmûrê: Li hemberê zilmê bêdeng nebin
- 13:00 25 Tîrmeh 2019
- Rojane
MEXMÛR - Jinên ku li Wargeha Mexmûrê dijîn li hemberî zextên hikûmeta PDK'ê nerazîbûn nîşandan û gotin: "Bila hikûmeta PDK’ê dest ji van kiryarên xwe berde. Em bang li kurdên Başûr dikin ku bila li hemberê zilmê bêdeng nebin."
Piştî bûyera li Hewlerê rudayî, hikûmeta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li ser penaberên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dest bi zextan kirin. Di bûyerê de 3 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Lê heta niha aqubeta 4 kesên ku li Mexmûrê hatin binçavkirin nayê zanîn. Jinên ku li Wargeha Mexmûrê dijîn li hemberî zextên hikûmeta PDK'ê nerazîbûn nîşandan û gotin: "Bila hikûmeta PDK’ê dest ji van kiryarên xwe berde.”
‘Li hemberî zilma AKP'ê bêdeng debin'
Jina bi navê Fedîla Yilmaz di derbarê kiryarên hikûmeta PDK’ê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em ji ber zilma dewleta Tirk penaber bûn hatîn Başûrê Kurdistanê, lê mixabin li vir ji dewleta Tirk bi destê hikûmeta PDK’ê êrîşî me dikin. Hikûmeta PDK’ê destûr dide hikûmeta AKP’ê ku wargehê Mexmûrê bombebaran bikin. Hikûmeta AKP’ê ne tenê ji ber PKK’ê êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Ji ber axa Başûr dagir bike ye. Lê PDK’ê li şuna diji wan derbikeve hevkariya wan dike. PDK’ê rê û rêbar li ser wargehê digre, ev hefteyek zêdetire destûr nadin karkerên me, nexweşên me derbazî Hewlerê bibin. Bi van kiryaran dixwazin di nava wargehê de bê aramiyê bi afrinîn û wargehê dorpêç bikin. Bangaweziya min ji hemû Kurdên xedî li wijdan re heye li hemberê vê zilma hikûmeta AKP’ê dengê xwe bilind bikin û vê zilmê qebûl nekin.”
‘Divê PDK'ê ji rêya xelet vegere'
Xatûn Demîr di axaftina xwe de li ser wargehê rawestiya û wiha got: "Hikûmeta PDK’ê destûr nadin karkerên me biçin ser karên xwe. Dema nexweşên me ji nexweşxaneyê dizivirîn rapora bijîşkan dixwazin. Jin û ciwan ji bo debara malên xwe li Hewlerê dixebitin li Hewlerê tên binçavkirin. Ew ji Kurdin lê zilma li ser me dikin, ji ya dewleta Tirka xerabtire. Banga min ji hikûmeta PDK’ê ew e ku ji vê rêya xelet vegere bila bê ser rêya rast.”
‘Em ji ber Dewleta Tirk penaber bûn’
Cemîla Tang da zanîn ku ew 25 sal in penaberin û li Herêma Federal a Kurdistanê dijîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Me gelek wargeh guhert, heta em di dawiyê de hatin wargeha Mexmûrê. Em ji ber zilm û zordariya Dewleta Tirkiyeyê penaber bûn, me qesta birayê xwe yê li Başûrê Kurdistanê kir. Lê ji wê rojê heta îro dewleta Tirk bi destê birayên me êrîşê me dikin. Îro PDK’ê rê li ser me girtiye destûr nadin em biçin Hewlerê. Ez bang li hikûmeta PDK’ ê dikim, vê zilma ku li ser me dikin re êdî bese.”