'Divê dewlet Plana Îmhakirina Mayînan amade bike'

  • 09:11 25 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MERSÎN - Cigira Seroka Komeleya Dêrsîmiyan Nuşen Çiglik da zanîn ku çend sal berê li Dêrsîmê di encama teqîna mayînê de pismamê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Êşên hatine jiyîn îro jî berdewam dikin. Divê dewlet demildest ‘Plana  Îmhakirina Mayînan’ amade bike.”
 
Li Bajarê Kurdan ji ber teqîna mayînan bi salane mirov jiyana xwe ji dest didin. Yek ji van teqînan jî di rojên borî de li Dêrsîmê hat jiyîn û xwişk û birayên hev Nupelda û Ayaz di teqînê de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî lêkolînên hatine kirin, li Tirkiyeyê 839 hezar mayînên reş yên dij-personel, 164 hezar û 179 mayînên dij-tanq, bi giştî mîlyonek û 101 hezar û 389 heb mayîn hene. Hejmara madeyên teqemeniyê yên bermahiyên şer jî nayên zanîn. 
 
Pêvajoya paqijiya mayînan hiştîn sala 2022'an
 
Piranî mayîn li herêmên sînor hatine bi cih kirin. Li Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Idîr, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Dersîm û Wanê bi giştî 3 hezar û 174 qadî teqemenî hene. Li gorî Peyamana Ottawa ya Tirkiyeyê îmze kiriye jî divê mayîn heta sala 2014’an bihata paqijkirin lê bi daxwaza Tirkiyeyê re ev pêvajo heta 2022’an hat dirêj kirin.
 
'Plana Îmhakirina Mayînan pêk bînin'
 
Cigira Seroka Komeleya Dêrsîmiyan Nuşen Çiglik der barê mijarê de axivî û destnîşan kir ku berê jî pismamê wê ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest daye û got divê dewlet demildest ‘Plana Çalakiya Îmhakirina Mayînan’ amade bike.
 
'Divê mayîn bên îmhakirin'
 
Nurşenê da zanîn ku di salên dawî de ji ber teqemeniyan gelek zarokan jiyana xwe ji dest daye û di rojên borî de jî teqîn pêk hatiye û wiha got: “Çend sal berê pismamê min ji ber teqînê jiyana xwe ji dest da. Li herêmê mayîn hene. Çend roj berê Nupelda û Ayaz ji jiyana xwe ji dest dan. Mayîn hîna jî can digirin. Divê demildest amadekariyên îmhakirinê bê destpêkirin. Ev yek bandorê li ser xwezayê jî dike. Ez kesên dibin serdema mirinan şermezar dikim.”