Li Mêrdînê îstîsmara zayendî ya hevtemenan

  • 09:10 25 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê zarokek lîseyê ji aliyê kesekî di hevtemenê xwe de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat. Piştî bûyer derket holê şûnde, zarok û malbatê îfade da û li zarokê ku îstîsmara zayendî pêk anî gilî kir.
 
Li Tirkiyeyê îstîsmara zayendî li hemberî zarokan her ku diçe zêdetir dibe û di mehekê de bi giştî nêzî 3 hezar zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man. Yek ji van bajaran ku ev bûyer her tim lê tên jiyîn, Mêrdîn e. Li Mêrdînê zarokek ku bi mehan bi tehdît û zextan rastî îstîsmara zayendî hat, ewil ji malbata xwe re bûyer vegot û piştre jî gilî kir.
 
Piştî ji malbata xwe re got bûyer derket holê!
 
Di meha adarê de li dibistaneke lîseyê zarok ji aliyê hevtemê xwe ve rastî tehdîdê hat û piştre jî rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat. Piştî bûyerê zarok ji malbata xwe re bûyer vegot û malbat çû qerekolê gilî kir. Zarok diyar kir ku madeya hişbirê daye wê û got divê kontrola tenduristiyê bê kirin û rapora tipa edlî bê derxistin û her tiştî dê derkeve holê.
 
Bi tehdîdan bi mehan îstîsmar kiriye
 
Piştî gîliyê li Midûriyet Şaxa Zarokan a Mêrdînê hat kirin şûnde di îfadeyan de derket holê ku hevtemenê zarok S.A bi tehdîdan ew serdest kiriye û bi awayekî sîstematî îstîsmara zayendî lê kiriye. Zarok di îfadeya xwe de diyar kir ku her tim tiştên xwarin û vexwarinê daye wî, piştre ji ser hişê xwe çûye û tiştek nayê hişê wê. Her wiha psîkolog bikaranîna madeya hişbirê piştrast kir.
 
Çavdêriyên psîkolog yên di dema îfadeyê de amade bû jî wiha gotin: “Ji destpêka bûyerê de ez wisa fikirim ku zext heye. Piştî bûyerê di hevdîtinên wan yên pêk hatine de xwarin û vexwarinên wan jî madeyên hişbirê ne.”
 
Di der barê zarokê gumbanar de ji sûcên ‘têkiliya zayendî ya ne reşît û tehdîd’, biryara girtin û piştre jî ya lêpirsînê hat dayîn.