‘Li gel ewqas pirsgirêkên siyasî, ji bo çi betlane tê kirin?'
- 09:06 25 Tîrmeh 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, nîqaşên konferansa herêmî ya li Amedê pêk hat nirxandin û çûyîna meclîsê ya betlanê jî rexne kir. Semrayê got: “Niha hem li Tirkiye, hem li Başur hem jî li Rojava pêvajoyek şer heye. krîza siyasî heye, krîza aborî heye. Dema ewqas pisgirêkên siyasî hebin, ji bo çi betlane tê kirin?”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma ‘Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê têk bibin, Tirkiyeyê demokratîk bikin’, di navbera 14 û15’ê tîrmehê de Konferansa Herêmî ya Amedê pêk anî. Di konferansê de siyaseta hundir û derve û xitimandina siyasetê hatin nîqaşkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel pêvajo û nîqaşên konferansê nirxand.
'Li ser gelek mijaran nîqaş hatin kirin'
Semrayê di axaftina xwe de li ser sernavên ku di konferansê de hatin nîqaş kirin vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beşeke pirsgirêkên hatine jiyîn kêmasiya me hatin nirxandin. Beşek jî ji rojeva welat pêk hat. Pêvajoya em dijîn pêvajoyek pevçûnê ye, ji ber sazîbûna faşîzmê jî ev pirsgirêk hatine jiyîn. Em li ser vê mijarê rawestiyan. Di xeta rêya 3'yemîn a HDP’ê de rê û rêbazeke çawa dikare bê dayîn hat nirxandin."
‘Hewcedarî bi akademiyên perwerdê heye’
Semrayê destnîşan kir ku di civakeke kapîtalîst de jiyîn, bandorê li ser jiyana civakî jî dike û wiha pê de çû: “Me di konferansê de aliyê vê yê jinê jî nîqaş kir. Divê rêxistinbûn bê xurtkirin û bi gel re bên cem hev. Divê em herêmê berbi rêxistinbûnekê navendî ve bibin. Di vê rewşê de rêxistinbûneke baştir dikare derkeve holê. Di mijara perwerdehiyê de pirsgirêk hene. Ev di konferansê de jî derket holê. Hewcedarî bi akademiyên perwerdê hene.”
‘Em naçin betlanê'
Semrayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt nirxand: “Li welat evqas pirsgirêk tên jiyîn, lê meclîs çû betlanê. Hewcedariya me bi betlanê tune ne. Dema ewqas pisgirêkên siyasî hebin, betlane ji bo çi tê kirin? Niha hem li Başur, hem li Rojava pêvajoya şer heye, krîza siyasî û aborî heye. Çûyîna betlanê jî vê xitimandinê mezin bike. Em wek HDP’ê naçin betlanê. Em ê 3 mehan bi xebatên rêxistinbûnê re derbas bikin."