Li Girtîgeha Xarpetê îşkence heye: Divê em bibin dengê girtiyan
- 09:05 25 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Girtîgeha Tîpa F2 a Xarpêtê her roj bi pêkanînên dijmirovî ku li girtiyan tên kirin di rojevê de ye. Girtiyê bi navê Mesut Gokan ku di heman girtîgehê de di hûcreya yek kesî de tê girtin, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û anî ziman ku di girtîgehê de îşkence li wan tê kirin û banga hestiyariyê kir.
Girtîgeha Girtî ya Tîpa F2’ya Xarpêtê ku her tim bi îşkence û zextan di rojevê de ye hat zanîn ku piştî grevên birçîbûnê bi dawî bûn jî di girtîgehê de îşkence û zext berdewam dikin. Jina bi navê Esmer Gokan anî ziman ku tiyê wê Mesut Gokan di Girtîgeha Xarpetê de di hûcreya yek kesî de tê girtin û got ku bi îşkenceyê re rûbirû ye.
Esmer, anî ziman ku tiyê wê Mesut Gokan di sala 2004’an de tevlî nav tevgera azadiyê bûye û di 2009’an de li navçeya Cizîrê li ser îxbarê di malekê de hatiye girtin û wiha berdewam kir: “Ew û hevalekî wî bi hev re hatin girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Wê demê dihat gotin ku dê tiyê min înfaz bikin û em gelek ditirsiyan. Tiyê min li ser îxanetê hat girtin. Di girtîgeha Amedê de gelek zêde îşkence lê hat kirin ji bo ku biaxive, lê ew neaxivî. Piştî evqas îşkence û zextên ku hatin kirin vê carê jî ew sirgûnî girtîgeha Mêrdîn kirin, ji wê jî sirgûnî ya Dîlok, Tekîrdag, Buca, Kîlîsê kirin û niha jî di Girtîgeha Xerpêtê de tê girtin.”
‘Qamerayên girtîgehê digirin îşkencê li girtiyan dikin’
Esmer, di berdewamiya axaftina xwe de got ku tiyê wê ji girtîgeha Kîlîsê sirgûnê girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin û wiha domand: “Dema sirgûnî Xarpêtê hat kirin piçekî kêfa me hat. Ji ber ku hem nêzîkî me bû û hem jî di girtîgeha Kîlîsê de gelek zêde îşkence lê kiribûn. Hîn nû sirgûnî Girtîgeha Xarpetê hatibû kirin û meheke wî bûbû. Di wê demê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Ew jî tevli grevê bû û nêzî 140 rojan di greva birçîbûnê de ma. Her wiha dema sirgûnê girtîgeha Xarpetê hat kirin li wir jî kirin hûcreya yek kesî. Dema em diçûn hevdîtina wî rewşa wî gelek xirap bû. Di hicrûya yek kesî de dixwazin derûniya wî xira bikin. Greva birçîbûnê bi dawî bû lê îşkenceya li girtiyan bi dawî nebû." Esmerê di dirêjiya axafitna xwe de got ku Tiyê wê beriya çend rojan bi rêya telefonê li wan geriyaye û wiha gotiye: " Gelek zêde îşkence li me dikin. Em dixwazin ku edalet bi cih were û em banga hestiyariyê dikin. Ez careke din dibêjim ku jiyana me dixeterê de ye."
Esmerê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku wan gelek caran ji bo îşkenceya tê kirin serî li serdozgeriyê dan û serdozgeriyê bi hinceta delîl tune ne guhdarî li wan nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyên li Girtîgeha Xerpêtê diyar dikin ku piştî kamerayan digirin îşkenceyê li wan dikin. Rojnameyên ji wan re tên şandin nadin wan û bi taybetî jî nameyên wan ên ku kurdî hatine nivîsandin nadin wan.”
'780 sal ceza birîne'
Esmer, bi lêv kir ku cezayê li tiyê wê hatiye birîn mijara pêkenokê ye û wiha pêl da axaftina xwe: “780 sal cezayê heta hetayê lê birîne. Ger ku 780 salî bijî dê bikaribe cezayê xwe bikişîne.”
‘Divê em bibin denge girtîgehan’
Esmer, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesan kir ku li hember îşkence, zext û zordariyan dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bibin denge girtîgehan û denge wan li hemû cihanê belav bikin. Em vê îşkenceyê bidin sekinandin."