'Kesên ku li cîhanê mafê jinan diparêzin çima bêdeng in'

  • 09:03 25 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Ereb qala dagirkeriyê û kiryarên li hemberî jinan kirin û gotin: "Divê dagirker der barê kiryarên li hemberî jinê de hesab bide. Kesên ku li cîhanê mafê jinan diparêzin, li dijî kiryarên li hemberî jinê bêdeng in."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêma Efrîn, Bab, Cerebilas û Ezazê, êdî li van herêman talan, destdirêjiya li jinan, revandina kesan, îşkence û qetilkirina kesan hat destpêkirin. Têkildarî vê mijarê jinên ereb ên Kantona Şehbayê nêrînên xwe bi me re parve kirin û kiryarên dagirkeran  li ser jinan bi tundî şermezar kirin. 
 
'Kesên ku mafê jinan diparêzin bêdeng in'
 
Berdevka Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cebo, di axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên komên çeteyan û wiha axivî: "Dema herêma Şehbayê ji aliyê komên çete ve hat dagirkirin her dem jin bi tundî û kiryarên li dijî mirovahiyê re rû bi rû man. Niha jî li herêmên Ezaz, Bab, Cereblusê, jin bi tundiya komên çeteyan re rû bi rû dimînin. Piştî dagirkirina Efrînê ev yek bêtir derket holê. Kesên ku li cîhanê mafê jinan diparêzin niha bêdeng mane."
 
'Bi navê Îslamiyetê kiryarên qirêj pêk tînin' 
 
Endama Mala Jinê Henen El Nasêr, qala zîhniyeta desthilatdaran kir û wiha got: "Zîhniyeta desthilatdar her tim jinê ji bo berjewendiyên xwe wekî amûr bikartîne. Li herêman dagirkerî vê yekî her tim pêk tîne. Di bin navê Îslamiyetê de hemû kiryarên qirêj li hemberî jinan bikartînin. Em jî weke Mala Jinan, piştgirî didin jinên mexdûr, bibin dengê wan û ji bo dengê jinan bighêje hemû Cîhanê dê bixebitin."
 
‘Divê Tirkiye hesab bide' 
 
Rêvebera Mala Jinan a Şehbayê Emel Ismeyîl, destnîşan kir ku qetilkirina jinê li herêmên ku hatine dagirkirin pir zede ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herêmên ku ji hêla tirkan ve hatine dagirkirin bi taybetî jin hatin hedef girtin. Ev yek dibe sedem ku jin her roj bi tundî re bijî. Em dibêjin divê Dewleta Tirk di der barê kiryarên li hemberî jinê de hesab bide. Em bang li jinan dikin ku li dijî kiryaran serî rakin û bindestiyê qebûl nekin."