Edalet Omer: Li dijî zewicandina zarokan divê malbat bên perwerdekirin

  • 09:03 25 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Endama Meclîsa PYD'ê Edalet Omer derbarê xeteriyên zewicandina zarokan de diyar kir ku zewicandina zarokan sûc e û got: "Divê em xwe bighînin zarokan. Her wiha li dijî zewicandina zarokan divê malbat bên perwerdekirin."
 
Di nav gelek civakan de hêj zarokên keç bi zorê tên zewicandin. Li dijî zewaca di temenê biçûk de rêxistinbûn û perwerdebûna civakê girîng e. Der barê mijarê de Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Edalet Omer axivî û got ku hêza jinê heye ku guhertinan bi xwe re çêke û jinên li derdora xwe jî azad bike. 
 
'Zewicandina zarokan sûc e'
 
Edalet Omer der barê xeteriya zewicandina di temenê biçûk de wiha nêrînên xwe anîN ziman: "Zewicandina di temenê biçûk de mijareke girîng e. Heke em nirxandinên xeteriya wê bikin mirov dikare bibêjê ev tişt destdirêjiye û ev sûc e. Dema zarok tên zewcandin êdî zaroktiya wê tê perçiqandin."
 
'Cûreyên tundiyê diguherin'
 
Edalet balkişand ser nêrîna civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser xeteriya mijara zewicandina zarokan, dij derketina zewacê ku em çawa dikarin bibin bersiv ji van cûreyên tundiya li ser jin û zarokan, Rêber Apo nirxandin kiribû . Pergala deshilatdar û qanûnên ku li ser jinan tên ferzkirin bi zihniyeta mêr hatine çêkirin. Nerîna civakê ya ku wekî şermekê li jinê dinêrin, jinê wekî amûra reklamê dibînin û difiroşin ev hemû cûreyên tundiyê ne."
 
'Divê em bighêjin zarokan...' 
 
Edaletê diyar kir ku jin îro li hemberî zîhniyeta serdest di nav têkoşînê de ne û wiha axivî: "Jin îro li hemberî zîhniyetê têkoşînekê dide. Wekî herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê. Em dikarin bêjin heta astek rê li pêşiya zewicandina zarokan hatiye girtin, lê temam ne bûye. Gelek sedemên vê bûyerê hene û bingeha xwe ji zîhniyeta civakê digire. Heke îro civak tênegihiştîbe asta ku qîmeta jinê nas bike an jî vîna wê qebûl bike çênabe û nikare civak azad bibe. Ev hemû qalibê çewtin divê rêxistineke rast were rûniştandin û hişmendiya ku jinê wekî milkê xwe dibînê  ji holê bê rakirin. Divê kesên berpirs vê erk û mîsyonê bigirin ser milê xwe û bighêjin van zarokan."
 
'Wijdan tehemmûl nake'
 
Edalet qala xetereyên zewicandina zarokan kir û wiha bilêv kir: "Dema jin ducanî dibe yan jî zarok tîne dinê gelek caran vî barî ranakê û ev yek bandore li ser tenduristî û psîkolojiya wê dike. Bi nexweşiyên dem dirêj re rû bi rû dimîne û heta dawiya temenê xwe ji pêre dijî. Ev barê ku jin di temên mezin de nikarin rakin didin ser milê zarokan. Ev tişt sûc e û wijdan tehemmûl nakê. Divê em di serî de malbatên zarokan perwerde bikin. Li ser xetereyên zewicandina zarokan rawestin û ji wan re bibêjin."
 
'Dikarin azadiyê mayinde bikin'
 
Edalet, di dawiya axaftina xwe de qala têkoşîn û berxwedana jinê kir û wiha bi dawî kir: "Bi jina kole re şoreş pêk nayê, divê jin têkoşîn û berxwedana xwe nas bike. Dîroka êşa xwe bikole û heqîqeta xwe derbixe holê. Li beramberî wê jî tundî, qetilkirin û tecawiza li hemberî jinan wê ne mîne. Tenê bi pergala demokratîk û şoreşa jinan em dikarin azadiya jinan mayinde bikin."