'Navên zarokên me şahidê êşa dilê me ye'
- 09:01 25 Tîrmeh 2019
- Rojane
Dîcle Demhat/ Dilucan Bozî
KOBANÊ - Malbata zaroka bi navê Koçber Melek, ji ber êrîşen DAIŞ'ê di sala 2014'an ji Kobanê derket û koçberê Pirsûsa Rihayê bû. Koçber li wê derê hat dinê û dayika wê bi êşa koçberiyê navê wê kir Koçber. Dayika Koçber, Şêrîn Xelîl Bozan da zanîn ku êşa koçberiyê nayê jibîrkirin û got: "Hilbijartina navê Koçber wateya wê êşa dilê min bû."
Şêrîn Xelîl Bozan, zaroka xwe Koçber Melek zaroka cengê ji ber şerê Kobanê li Pîrsûsa Rihayê aniye dinê û ji ber bi êşa koçberiyê re rû bi rû maye navê zaroka xwe ya keç Koçber daniye. dayika koçber Şêrîn Xelîl Bozan dibêje"Dema koçber mezin bibe wê wateya navê xwe fêm bike ku navê wê şahidê êşa dil û dîroka qirkirina mirovan e."
Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kantona Kobanê û gundên wê kirin. Di wê demê de ji ber dijwariya şer şêniyên Kobanê neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin. Di dema êrîşan de gelek jinên ducanî hebûn li deverên ku koç bûn zarokên xwe anîn dinê. Her zarokeke xwe navek lê kirin. Her navek çîrokek vedigot û navê hinekekan ji wan danîn Koçber,Qehreman, Kurdistan û Kobanê. Navên ku hestên mirovan diherikine yan jî girêdanê bi tişta ku jê hezdike li zarokên xwe kirin.
'Hilbijartina navê Koçber ji ber êşa dilê min bû'
Mînaka wê jî zaroka bi navê Koçber Melek ji gundê Tilêcbê ya Kantona Kobanê ye. Koçber, dema malbata wê ji Kobanê derket Pirsûsê hat dinê û dayika wê bi êşa koçberiyê navê wê kir koçber. Di 1'ê çileya 2015' an de Kobanê rizgar bû û malbata koçber vegeriyan gundê xwe, lê navê Koçber her ma ji bo bibe şahidê dîroka êşa mirovan û serdestiya deshilatdaran. Girêdayî mijarê dayika Koçber Şêrîn Xelîl Bozan serpêhatiya jiyana keça xwe û wateya nave wê şîrove kir û got: "Êşa herî zehmet ji bo jinê koçkirina ji war e, ji bo wê jî hilbijartina navê Koçber bi wateya xwe êşa dilê min bû."
'Êşên koçberiyê nayê jibîrkirin'
Şêrîn Xelîl Bozan li ser çîroka navê keça xwe wiha dibêje: "Dema me biryar da ji ber dijwariya şer û êrîşên çeteyan ji Kobanê derbikevin, ez ducanî bûm û zaroka min di nava min de 7 mehî bû. Piştî 3 mehan li Pîrsûsa Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zaroka min çavên xwe li jiyanê vekir. Her çiqas Pîrsûs bajarê Kurda be jî, lê di rastiyê de em li wir koçber bûn û dilê me li ser Kobanê dişewitî. Min navê zaroka xwe kir Koçber da ku ez tucarî zehmetiyên koçberiyê ji bîr nekim û êşa hemû kesên koçber hîsa bikim ji ber dema mirov ne li mala xwe be yan jî li ser axa xwe be her hestiyar dibe. Me rojên pir zehmet derbas kirin, lê bi rizgarkirina Kobanê me ew zehmetî ji bîr kirin. Ez nikarim bêjim min êşên koçberiyê ji bîr kirine ji ber gelek bîranîn hene her di mêjiyê mirovan de zindî dimînin."
'Koçberê li welatê xwe azad dijî û her rûgeş e'
Şîrîn di berdewamiya axaftina xwe de qala hestên xwe li vegera Kobanê dike û wiha axaftina xwe domand: "Piştî Kobanê rizgar bû em vegeriyan warê xwe. Ez pir kêfxweşim ku Koçberê wekî navê xwe di koçberiyê de mezin nebû. Niha Koçberê 5 salî ye û li ser axa welatê xwe azadî zaroktiya xwe dijî. Bê êş û girî xeyalên zaroktiya xwe pêk tîne û bi kêfxweşiyê re her bi kene."
'Navê van zarokan şahidê dîroka qirkirina mirovan e'
Şerinê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her zarokeke Kurd li gorî rewşa Kurdistanê hatiye dinê navê wan me bi welat zêdetir dide hezkirin. Koçber jî yek ji wan zaroka ye. Dema Koçber mezin bibe wê watedariya navê xwe nasbike ku her tim welatê wê dibû armanca êrîşkaran û destanê qehremaniyê li ser axa wê diqewimîn. Ta koçber di wê zanebûnê de be ku navê wê jî wekî hemû zarokên Kobanê bû şahidê dîroka qirkirina mirovan."