ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 25 Tîrmeh 2019
- Rojev
*Girtîgeha Tîpa F2 a Xarpêtê her roj bi pêkanînên dijmirovî ku li girtiyan tên kirin di rojevê de ye. Girtiyê bi navê Mesut Gokan ku di heman girtîgehê de di hûcreya yek kesî de tê girtin, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û anî ziman ku di girtîgehê de îşkence li wan tê kirin û banga hestiyariyê kir. BI DÎMEN
*Malbata zaroka bi navê Koçber Melek, ji ber êrîşen DAIŞ'ê di sala 2014'an ji Kobanê derket û koçberê Pirsûsa Rihayê bû. Koçber li wê derê hat dinê û dayika wê bi êşa koçberiyê navê wê kir Koçber. Dayika Koçber, Şêrîn Xelîl Bozan da zanîn ku êşa koçberiyê nayê jibîrkirin û got: "Hilbijartina navê Koçber wateya wê êşa dilê min bû." DÎMEN HEYE
*Endama Meclîsa PYD'ê Edalet Omer derbarê xeteriyên zewicandina zarokan de diyar kir ku zewicandina zarokan sûc e û got: "Divê em xwe bighînin zarokan. Her wiha li dijî zewicandina zarokan divê malbat bên perwerdekirin." DÎMEN HEYE
*Jinên Ereb qala dagirkeriyê û kiryarên li hemberî jinan kirin û gotin: "Divê dagirker der barê kiryarên li hemberî jinê de hesab bide. Kesên ku li cîhanê mafê jinan diparêzin, li dijî kiryarên li hemberî jinê bêdeng in." DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, nîqaşên konferansa herêmî ya li Amedê pêk hat nirxandin û çûyîna meclîsê ya betlanê jî rexne kir. Semrayê got: “Niha hem li Tirkiye, hem li Başur hem jî li Rojava pêvajoyek şer heye. krîza siyasî heye, krîza aborî heye. Dema ewqas pisgirêkên siyasî hebin, ji bo çi betlane tê kirin?” DÎMEN HEYE
*Li Mêrdînê zarokek lîseyê ji aliyê kesekî di hevtemenê xwe de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat. Piştî bûyer derket holê şûnde, zarok û malbatê îfade da û li zarokê ku îstîsmara zayendî pêk anî gilî kir.
*Cigira Seroka Komeleya Dêrsîmiyan Nuşen Çiglik da zanîn ku çend sal berê li Dêrsîmê di encama teqîna mayînê de pismamê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Êşên hatine jiyîn îro jî berdewam dikin. Divê dewlet demildest ‘Plana Îmhakirina Mayînan’ amade bike.”
*Hevşaredara Rêya Armûşê Şehzade Kurt, got ew dixwazin jin tevlî projeyên wan bibin, pêşniyarên xwe bikin û wiha got: “Em ê di planên xwe yên stratejîk de bi pêşniyarên we bajarên xwe bi teşe bikin. Wek me soz daye wê Rêya Armûşê bibe navçeya jinan.”BI DÎMEN