Li Silêmaniyeyê li dijî dagirkerî û kuştina jinan kampanya
- 17:15 24 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîst û siyasetmedarên jin li Silêmaniyeyê dirûşma 'Li dijî dagirkeriyê û kuştina jinan bêdengiyê bişkîne' kampanya dan destpêkirin û jinan diyar kir ku di encama êrîşên leşkerî û bombebarankirina axê de ên ku bedela yekem didin jin in.
Ji aliyê jinên aktîvîst û siyasetmedaran ve kampanya bi dirûşma 'Li dijî dagirkeriyê û kuştina jinan bêdengiyên bişkene' hat destpêkirin. Jinan li ber avahiya Navenda Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Erfan a Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla endama kampanyayê û mamoste Bêxal Namîq ve hat xwendin.
Bêxal, diyar kir ku aşkereya ku pirsgirêkên civakê kûr in û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Pirsgirêkên civakê kûr in. Heta ku pirsgirêk gihîştine asta krîzê. Krîza siyasî, aborî, civakî û firkî wiha kiriye ku civak bêhêvî bibe û hêvî ji bo çareserkirin û guhertinan re nemîne. Li gorî me pirsgirêka sereke dagirkeriya dewletan a li ser axa me ye. Êrîş û bombebaran, koçberî û komkujiya welatiyan û komkujiyên jinan in."
'Jin dibin mexdûrê dagirkeriyan'
Bêxal da zanîn ku hemû pirsgirêk girêdayî hev in û wiha domand: "Ev hemû pirsgirêk girêdayî hevin û ji hev necûdane. Eger bi kurahî temaşe bikin, tevahiya desthilatên dagirker ji bo temenê dagirkeriya xwe dirêj bikin, kar li ser çewsandin civakê dikin. Di encama êrîşên leşkerî û bombebarandina axa û mirovan de yên ku bedela yekem didin jin in."
'Ji bo çareseriya pirsgirêkan kar bikin'
Bêxal, destnîşan kir ku di dagirkeriyê de jin tên qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin ji rewşenbîr, ragihandin, hunermend û welatparêzan û kesên xwedî wijdan, azad û demokrat û bi taybet hemû jinan re dibêjin ku pirsgirêka dagirkeriyê û pirsgirêkên jinan du mijarên girêdayî hevin. Eger dagirkerî nemîne wê dawî li kuştina jinan jî were. Heke kuştina jinan û hemû cureyên şîdetê di nava civakê de nemîne, wê îradeya siyasî û serbixwe li Kurdistanê çêbibe û dawî li dagirkeriyê were. Em bang li her kesê dikin ku vê kampanyayê weke kampanya xwe bibînin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan kar bikin."
Di daxuyaniyê de armanca kampanyayê wiha hat rêzkirin;
* Li dijî dagirkeriyê û kuştina jinan rêveberina pêngava hişyarkirinê.
* Ji bo zext ji ser aliyên peywendîdar were kirin lidarxistina çalakiyên demokratîk û medenî. Ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê şikandina bêdengiyê û pêşxistina aştiya di nava mala Kurdan de.
* Rêveberiya pêngava çandî û hunerî, çalakiyên demokratîk li dijî hemû diramayên biyanî. Pêşxistina çand û hunera resena Kurdî û pêşxistin hevjiyana azad.
* Bi riya pêngava yasayî ya xwebexşane şopandina dosyayên kuştin, şewitandin û hemû şîdeta jinan.