Navenda Jinê ya Jinwarê jinan hînî xwendin û nivîsandinê dike
- 15:34 24 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Navenda Jinê ya Jinwarê, ji bo jinan kursa xwendin û nivîsandinê da destpêkirin.
Navenda Jinê ya Jinwarê ji bo jinên ku dixwazin hînî xwendin û nivîsandinê bibin, di bin banê şaredariyê de, li Navenda Jinê ya Jinwarê kursa xwendin û nivîsandinê ya bi kurdî û tirkî da destpêkirin. Navenda ku ji roja hatiye avakirin xebatên cur bi cûr ji bo jinan dike, piştî kursa erbaneyê û zayenda civakî niha jî bi kursa xwendin û nivîsandinê xebatên xwe berdewam dike.
Hevşaredara Çinarê Neclsa Tamrîş, alîgira hevşaredaran Bêrîvan Dal û endamên Meclisa Şaredariyê ku tevli merasîma vekirina kursê bûn ji jinên kursiyer re serkeftin xwestin. Hevşaredar Necla, diyar kir ku piştî kursê wê jiyan ji bo jinan hêsantir bibe û ev ji bo wan fersendek e. Necla piştî axaftina xwe çenteyên ku pênûs û defter tê de li jinan belav kirin.
Wê wane roja çarşem û pêncşemê bên dayîn. Piştî bidawîbûna kursê jî wê ji jinan re sertîfîkaya xwendin û nivîsandinê bê dayîn.