Hunermendan gefên dagirkirinê şermezar kirin
- 15:00 24 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê li dijî gef û kiryarên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanîyek da çapemeniyê.
Bi dehan ji endamên Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Kobanê kom bûn û li dijî gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê ku bi zimanê kurdî û erebî hatibû nivîsandin de hat diyarkirin ku ew ê li rex şervan û gelên xwe têkoşînê bidin ji bo ku parastina axa xwe bikin.
Daxuyanî li ser navê desteyê ji aliyê rewşenbîr Leyla Ebdo ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Ji bo dewleta tirk dawî li destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînê, rewşa aram a li herêmê, wekheviya gelan a li herêmê ku hatiye avakirin têk bibe û serkeftina li dijî Çeteyên DAÎŞ'ê binixumîne gefên dagirkirina herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Em weke Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê van gef û hewildanên dewleta tirk û li dijî van hewldanan bêdengiya navneteweyî şermezar dikin. Em ê li hember hemû êrîşan li kêleka şervan û gelê xwe bisekinin da ku welatê xwe biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Sûriyeke demokratîk û azad", "Serkeftin ya me ye" û "Şehîd namrin", bi dawî bû.