Rojnamegerên jin: Li dijî zextan têkoşîn didome
- 13:21 24 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Têkildarî salvegera 24’ê tîrmeha 1908’an a "Rakirina Sansurê û Azadiya Çapemeniyê" Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê daxuyanî da û da zanîn ku li hemberî rojnamegeran niha jî zext û zordarî didomin û lê têkoşîn jî didome.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi minasebeta 111'emîn salvegera 24’ê tîrmeha 1908’an a "Rakirina Sansurê û Azadiya Çapemeniyê" daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zextên li hemberî çapemenî û rojnamegeriyê. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku 10 hezar rojnameger niha bê kar in, gelek rojnameger bê sendîka û bê ewlehî rojnamegeriyê dikin.
Di daxuyaniya platformê de hat destnîşankirin ku Tirkiye li gorî sala 1908'an bêtir paşve maye û wiha hat gotin: "Em rojnamegerên jin em ê her tim li dijî zîhniyeta serdest di nava têkoşînê de bin û her wiha em ê têkoşîna xwe mezin bikin."