'Gel dê rê li ber dagirkeran bigire û hebûna xwe piparêze'

  • 11:30 24 Tîrmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad di civîna gel a Tiltemir de diyar kir ku divê gel xwe li gorî şert û mercên şer amade bike û got: "Rêxistin, yekîtî û lihevkirina gelan, hêrsekê di dilê Erdogan de diafirîne."
 
Di demên dawiyê de Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK) li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybet li navçeya Serêkaniyê û Girê Spî, gefan dixwe. Bi armanca nirxandina rewşa dawî li Tiltemirê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin û endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad û bi dehan welatî tevlî civînê bûn. 
 
Di civîna gel de Zeyneb Mûrad axivî û bal kişand ser hevkarên şer û wiha got: "Gelê Kurd li her derê dibe hedef. Armanca Erdogan ew e ku Projeya Netewa Demokratîk ku li ser bingehê jiyana hevpar xwe daye rûniştandin û mafê hemû netewan diparêze, pûç bike û bikare herêmê bi hêsanî dagir bike."
 
'Divê gel xwe ji şer re amade bikin'
 
Zeynebê diyar kir ku divê gel li gorî şert û mercên şer xwe amade bikin û wiha pêde çû: "Rêxistin, yekîtî û lihevkirina gelan, hêrsekê di dilê Erdogan de diafirîne, ji lewra divê gel rêxistina xwe xurt bike û bi amadekariyên xwe rê li ber dagirkeran bigirin û hebûna xwe biparêzin."
 
Zeynebê bang li gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gel bi şev û roj li kolanan bin da ku herêmên wan neyên dagirkirin û rê li ber tevlîheviyan neyên vekirin. Divê gel xwe li gorî şert û mercên şer amade bikin."