Li Xoresanê mirina jineke ya bi guman
- 10:25 24 Tîrmeh 2019
- Rojane
ERZIROM - Li gundê Endek ê navçeya Xoresanê hat zanîn ku di 20’ê Tirmehê de jina bi navê Derya Genç bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Li gundê Endek ê navçeya Xoresanê ya Erziromê hat zanîn ku di 20’ê Tirmehê de jina bi navê Derya Genç bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye. Derya ya ku zewiciye û li Enqereyê dijî, li gorî agahiyên ku ji xizmên wê hatin girtin beriya 20 rojan bi zarokên xwe re hatiye gel malbata xwe ya li gundê Endekê û di 20’ê Tirmehê de jî hat îdakirin ku bi çekê xwe kuştiye. Ji aliyek dinê ve jî hat zanîn ku Derya ji aliyê hevjînê xwe ve gelek caran rastî tundiyê hatiye.