'Divê jin xwe ji koletiyê rizgar bike'
- 09:04 24 Tîrmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Heyfa Mihemed a sê caran Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtiye got: “Ji xwendin û nivîsandinê heta xwenaskirinê hemû lêhûrbûnên min ên jiyanê di wan hevdîtinan de des pê kirin. Ew kêliyên azadiyê ji bo min timî zindîne û ez hêzê ji wan digirim.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 20 salan li Suriyeyê ma ye. Di wî demê de gelek welatiyan bi Abdullah Ocalan re têkilî danîne, tevlî civînan bûne û sohbet kirine. Herî zêde jî jinan eleqe nîşanî van têkiliyan dane. Yek ji wan jinan jî Heyfa Mûsa Mihemed a ji taxa Tilhecer ya bajarê Hesekê ye. Heyfa hêj di 15 saliya xwe de Abdulah Ocalan dîtiye. Heyfa niha di rêveberiya Navenda Çandê ya Hesekê de cih digire û der barê kêliyên naskirina Abdullah Ocalan de nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Min dixwest ez nas bikim'
Heyfa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kêliyên hevdîtina xwe ya ewîl û wiha axivî: "Dema min tevgera tevgera Apociyan nas kir ez 15 salî bûm. Wê demê min pir dixwest serokê vê tevgerê nas bikim. Ez di salên 90'î de çûm Lubnanê û min du salan li wir kar kir. Di nava kar de jî hêdî hêdî min tevger nas kir. Ji min re qala serokatiyê dikirin. Min pir meraq dikir û min dixwest ez nas bikim. Her wiha çima ewqas qîmet daye jinê ez bipirsim? Çend caran min daxwaz kir lê derfet tune bû."
'Rê li ber min dirêj dibû...'
Heyfa, diyar kir ku dema gotine dê Abdullah Ocalan li Lubnanê civîna gel li dar bixe ew pir kelecanî bûye û wiha got: "Gotin dê li Lubnanê civîn bê lidarxistin, ez wê demê li Rojava bûm. Serê sibêhê ez û hevalan bi rê ketin û me berê xwe da Lubnanê. Ez di nava kelecaneke mezinde bûm. Min gelek meraq dikir. Rê li ber min ji her demê zêdetir dirêj dibû û nediqediya."
'Dema xwe naskirinê'
Heyfa, bal kişand ser heyecana xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî ku ez serokatiyê bibînim, ez pir bi heyecan bûm, ez gelekî şaşwaz bûm. Piştre min dan û standina wî bi gel re dît, min ew heycan ji ser xwe avêt. Civîna ku hat destpêkirin li ser rewşa rejîma Suriyeyê bû. Di civînê de serokatiyê behsa civakê kir ku divê çawa be, behsa jinê kir. Beriya ku serokatî civînê bi me re çêke min xwe nas nedikir. Her tim ji me re digotin jin tenê dikare karê malê bike û zarokan xwedî bike. Piştî ku min gotinên serok ên der barê jinan de guhdar kirin min wê demê xwe nas kir. Di wê kêliyê de min biryar da ku ez jî weke serokê xwe mafê jinê li hemberî hemû hişmendiyên baviksalarî biparêzim."
'Ez niha dikarim li hemberî her kesî bisekinim'
Heyfayê da zanîn ku ji xwendin û nivîsandinên wê heya xwenaskirinê hemû bi wan hevdîtinan des pê kir û wiha pêde çû: "Di dema me de nedihiştin keç bixwîne digotin şerm e. Di perwerdeya serokatiyê de ez hînî xwendin û nivisandinê bûm. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo min her tişt nas kir û fikrên min zêde bûn. Niha ez dikarim li hêmberî her kesî bisekinim. Fikrên serokatî ne tenê ji bo Gelê Kurde ji bo hemû civak û neteweyên bindest e."
'Divê jin xwe ji koletiyê rizgar bike'
Heyfayê bal kişand ser xebatên ji bo azadiya jinê û wiha dom kir: "Çiqasî kar bikim, ez nikarim mafê keda ku serokatî ji bo min de dayî bidim. Niha hemû jin di nava tevgerê de cihê xwe girtine bi taybet jinên ereb yên ku di civakê de hatibûn çewisandin. Bi fikra Rêberê PKK'ê li dijî hişmendiya baviksalarî bê deng neman û xwe azad kirin. Ez weke jin soz didim heta dawiyê têbikoşîm. Heta serokê me azad nebe em jî azad nabin. Hêviya min ew e ku hemû jin ji nava sînorên malê derkevin bixwînin, xwe ji bin wê koletiyê rizgar bikin, kar bikin, perwerdê bibînin û bi fikrên azad bijîn."