'Bi rêxistinkirinê em dikarin zûtir mudaxele bikin'
- 09:01 24 Tîrmeh 2019
- Rojane
Medîne Mamedoglu
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê têkildarî kuştina jinan û êrîşa zayendî ya di demên dawîn de zêde bûye de axivîn. Jinan diyar kir ku li dijî qirkirin, êrîşa zayendî û polîtîkayên bêcezahiştinê bi rêxistinbûneke bi hêz dikare mudaxele bê kirin.
Li êrîşên zayendî û qetilkirina jinan her roj yeke din tê zêdekirin. Li bajarê Mêrdînê ku van rojên dawîn bi bûyerên bi vî rengî di rojevê de ye herî dawî jinek ji aliyê mêrekî ve hat kêrkirin. Jinên Mêrdînê bertek nîşanî bûyerên bi vî rengî dan, diyar kirin ku divê ev bûyer bi awayekî tund bên rexnekirin û şermezarkirin.
'Em dikarin lezgîntir mudaxele bikin'
Jina Mêrdînî Hava Balci, diyar kir divê projeyên derbarê jinan de bên jiyanîkirin, di warê perwerde, xizmeta tendirustiyê de jî rê ji jinan re bê vekirin. Hava wiha got: "Li dijî qirkirina jinan û êrîşên zayendî divê xebatên jinan pêş bixin bên kirin. Jin jiyan e. Divê di serî de ji yanê re piştgirî bê dayîn. Lê dijberî vê hemû qadên jiyanê li jinan tên tengkirin. Dibêjin 'bila jin gava xwe neavêjin kolanê'. Dema bi jinan re têkilî bên xurtkirin ewqas dikare zû mudaxele li bûyerên tundiyê bê kirin. Ji ber wê jî bi rêxistineke xurt dikare têkiliya di navbera jinan de bê xurtkirin. Divê li tevahiya welêt toreke bi hêz bê avakirin."
'Divê em jinê tevlî jiyanê bikin'
Rênas Abruşu jî wiha got: "Di serî de divê zîhniyeta heyî ya mêr a serdest bê tunekirin. Diwarê zewaca temenê biçûk de û di hemû mijarên ku bandora neyînî li ser jiyana jinê dikin de divê perwerde ji jinan re bê dayîn. Atolyeyên jinan û Atolyeyên Jineolojiyê divê bên zêdekirin. Em dibêjin jin jiyan e, lê di warê perwerde û îstihdamê de ji jinan re cih nayê dayîn. Divê li van qan bêhtir jin bê bicihkirin. Divê em jinê tevlî jiyanê bikin."
'Li welat edalet tune ye'
Rênas anî ziman ku edaleta li welat tune ye herî zêde xwe di warê mafê jinan de nîşan dide û ev tişt got: "Jixwe li welat edalet tune ye. Ger ku edalet hebûye gûmanbarê bûyera Şemrexê serbest bernedidan. Em li welatekî ku edalet lê tune ye dijîn. Hem saziyên têkildar û hem jî parêzer berteka divê nîşan bidin nadin. Ev pirsgirêk tenê ne yên jinan e. Ev pirsgirêkên civakî ne."
'Civaka travmayek cidî dijî'
Herî dawî jina bi navê Sultan Agirma, axivî û diyar kir ku ji bo ev bûyer wekî bûyerên ji rêzê neyên dîtin divê pertekên tund hebin. Sultan wiha berdewam kir: "Di demên dawîn de ji ber bûyerên êrşa zayendî ku pêk tên wekî hemû jinan ez jî bi tirs dijîm. Berê jî bûyerên bi vî rengî pêk dihatin li bi rojeva dawîn re bêhtir tên ziman. Ez jî wekî dayiek bi gûman dijîm. Ev ji bo me travmayeke civakî ye. Etrav ma bandora xwe herî zêde li ser jin û zarokan dike. Ji ber vê divê rê li bûyerên bi vî rengî bê girtin. Ev ji bo me travmayek civakî ye."